Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne 2022-08-22 09:04:17   STENBOL - Rêxistinên rojnamevanan ji şeva piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re ku NÇM li dar dixe banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne.”   Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi armanca piştevaniya bi çapemeniya azad û 16 rojnamevanên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin re dê di 28’ê tebaxê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê konsereke piştevaniyê li dar bixe. Hunermend Kadîr Çat, Koma Aryen û Koma Bandîsta wê li konserê derkevin ser dike.     Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Nişmiye Guler, endamê Lijneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Basin Îş’ê Tolga Balci û endama Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Reyhan Hacioglû ji bo balê bikişînin zextên li ser rojnamevanan, astengkirin û girtinê banga tev li bûna şevê kirin û girîngiya piştevaniyê destnîşan kirin.   ‘HER TIM LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BÛN’    Endama Lijneya Rêveberiya DFG’ê Nişmiye Guler, diyar kir ku çapemeniya azad ku ji rastiyan tawîzê nade bi salan e di hedefa desthilatê de ye û wiha got: “Çapemeniya azad ji ber rêgezên xwe gelek bedelên giran dan lê hêj jî vê kevneşopiya xwe didomîne. Heke 16 hevalên me îro hêj girtibin sedemê wê ji ber her tim li ser şopa heqîqetê bûn û pênûsên xwe pêşkeşî desthilatê nekirin.”   ‘BERTEK KÊM IN’   Guler, bi lêv kir ku tevî ku 16 rojnamevanên kurd ji du mehan zêdetir e girtine jî bi awayekî cidî bertekek nehatiye nîşandan û wiha got: “Li hin cihan ji gel, ji hin rojnamevanan, ji rêxistinên pîşeyan û partiyên siyasî bertek hatin nişandan lê em dibînin ku bertek kêm in û hevalên me hêj girtî ne. Îtîraza ku her meh ji bo girtina rojnamevanan tê kirin her carê ji aliyê desthilatê ve tê redkirin. Hêj îdianameyek jî nehatiye amadekirin. Ji ber xebatên xwe niha girtî ne. Sedemê amade nekirine îdianameyê jî ev e, hewl didin sûcên nû hilberînin. Ji ber ku xebata hevalên me ne sûc e.”   ‘XWEDÎ LI RÛMETA PÎŞEYÎ DERKEVE’    Guler, destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê nîne, li dijî vê dengekî cidî jî nehate bilindkirin û wiha berdewam kir: “Em li bendê ne ku kesên dixwazin xwedî li çapemeniya kurd a azad derkevin piştgiriyê bidin me. Em îro dibinin ku zextên li ser çapemeniya kurd li ser çapemeniyên din jî belav bûye. Em li bende ne ku rojnamevanên xwedî li pîşeya xwe derkevin tev li şeva piştevaniya bi çapemeniya azad re ku dê di 28’ê tebaxê were kirin bibin.”   HEQÎQET HERKESÊ ELEQEDAR DIKE    Endama MKGP’ê Reyhan Hacioglû jî bi lêv kir ku pêdivî bi piştevaniyên ku NÇM li dar dixe hene û wiha got: “Rastiyeke ku em jê re dibêjin heqîqet heye û temamê civakê eleqedar dike.” Hacioglû, da zanîn ku ji bo rojnamevanên girtî pêdivî bi organîzasyonên mezintir heye û wiha berdewam kir: “Hewldanên kesayetî jî di vê pêvajoyê de pir bi wate ne. Şahiyên vi wî rengî ji bo hatina gel hev û zêdekirina piştevaniyê cihên guncav in. Lê bi kesayetî jî her kes dikare nûçeyekê parve bike û meşrûîyetê pêk bîne. Ji ber ku êrişên li ser çapemeniya muxalîf hene rewşeke ku me ji rojnamevanan hesab nakin û rojnamevaniyê sûc dihesibînin heye. Weke min got wê hem piştevanî be hemî şertên hatin gel hev dê pêk werin. Ji ber vê yeke em li bendê ne her kes tev li şevê bibe. Em jî dê weke MKGP dê wê şevê li wir bin.”   Endamê Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş’ê Tolga Balci jî bi bîr xist ku piştgiriyên ji bo rojnamevanan kêm in. Balci, diyar kir ku çapemiya kurd her demê di hedefa çapemeniya azad de ye û ev tişt gotin: “Girtina rojnamevanên kurd ji qanûna sansûrê ya ku birin Meclisê ne bê par e. Gelek bertekên baş li dijî qanûna sansurê hatin dayîn. Odeyên pîşeyan hatin cem hev û kampanyayên hevpar li dar xistin. Lê ev hevparî ji bo zexta li rojnamevanan tê kirin çênabe mixabin. Divê ev bibe. Dema ev bû qanûna sansurê heta meha Cotmehê hate taloqkirin. Yekane rêya derketinê heye ji vê rewşê, hatina gel hev e.”   BANG LI GEL KIRIN    Balci, da zanîn ku rojnamevanên girtî li girtîgehê jî nikarin karê xwe bikin û wiha axivî: “Di rewşeke wisa de ji bo em bejin ne bi tenê ne jî be divê em biçin şeva piştevaniyê. Em weke xwedî derketina mafê wergirtina agahdarkirinê jî bifikirin divê welatî û gelê me yê me dişopîne jî were wê dere. Ji ber ku hevalên me ji bo wan di girtîgehê de ne. Û em ji bo  wan nûçeyan çêdikin. Esas karê em dikin ji wan re xizmeteke.” Balci, xwest hem rojnamevan hem welatî tev li şeva piştevaniya bi çapemeniyê re bibin.