Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane 2022-08-22 09:05:40   MARDİN - Derket holê ku qezaya li Dêrikê 21 kesan jiyana xwe ji dest daye bi awayekî aşkere qewimiye. Ji Dêrîkê tu kes tev li civîna UKOME’yê ku di 12 Adara 2020’an de pêk hat nebû. Ne Qeymeqamtiya Dêrîkê ne jî Miduriyeta Polîsan a Dêrîkê bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane.    Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’a aydê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û welatî ji bo alîkariyê li dor cihê bûyerê kom bûn. Di dema welatî alîkarî dikirin de TIR’eke din ket nav qelebalixê û di qezaya derketî de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan 6 jê giran 25 kes jî birîndar bûn. Tedawiya birîndaran didome, kesên jiyana xwe ji dest dan jî li Dêrîkê hatin veşartin.    Îhmalên zêde ku bûn sedemê qezayê bûn mijara nîqaşê. Bergiriyên ku piştî qezaya ewil nehatin wergirtin û derbasbûna TIR’an a di dema bûyerê de ya ji navenda bajêr jî bû mijareke din a nîqaşê.    PÊŞNÎYARA SÎNORKIRINA TRAFÎKÊ BERÇAV NEHATE GIRTIN    Biryara Navenda Koordînasyona Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (UKOME) ku ajansa me (Ajansa Mezopotamyayê) xwe gihandê, asta îhmalan raxist ber çavan. Derket holê ku ji Dêrikê tu kes tev li civîna UKOME’yê ku di 12 Adara 2020’an de pêk hat nebûye û ne Qeymeqamtiya Dêrîkê ne jî Miduriyeta Polîsan a Dêrîkê bersiva pêşniyara ku rêya D47-75 a qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin, nedane. Di biryarê de tê xwestin ku di navbera saet 07.00’an û saet 21.00’an de derbasbûna TIR û wesayîtên giran û madeyên bixeter bar dikin bê qedexekirin û wiha hatiye gotin: “Ji ber ne Qeymeqamtiya Dêrikê ne jî Miduriyeta Polîsan Dêrikê ji me re tu nivîsên weke bersiv neşandin, tu qedexe û sînorkirin nayên kirin.”   NÛNER TEV LI CIVÎNÊ NEBÛNE   Li gorî biryara UKOME yê; Nûnerên Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê, Muşavîrê Hiqûqê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe, Serokatiya Daîreya Bajêrvanî û Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Artûklûyê, Nûnerê Şaredariya Kerboranê, Şaredariya Mîdyadê, Nûnerê Şaredariya Mehsertê, Şaredariya Rişmilê û nûnerê Şaredariya Dêrika ku bûyer lê qewimî tev li civîna di 12’ê Adara 2020’an de pêk hatiye nebûne.     NAVÇEYÊN DIN JÎ DI BIN RÎSKÊ DE NE    Di civîna ku 21 nûnerên saziyan amade bûn de; wiha hatiye gotin “Ji bo herikîna trafîkê bi awayê herî baş bê kirin, ji bo kêmkirina trafîkê, ji bo dabînkirina ewlehiya trafîkê, diyarkirina prensîbên bikaranîna rê ya wesayîtên bargiran, danîna qedexeyên pêwîst, ji bo parastina tevna dîrokî; Derbarê qedexeya ketina kamyon, TIR, Traleybus, tanker, mîkser, wesayitên ku madeyên xeternak hildigirin de.”   Dema rêgehên derbasbûna TIR’an dihate sererastkirin ji bilî Qeymeqamtiya Dêrikê û Miduriyeta Polîsan a Dêrikê ku bersiv nedan, navçeyên ku bersiva dane û gotine bila tu rê neyên sînordarkirin jî hene. Li navçeya Şemrexa ku yek ji rêyên herî zêde yên wesayîtên Cengîz Holdîng lê tên bikaranîn, Midûriyeta Polîsan û Qeymeqamtiyê ji ber ku rêyeke din tune ye, biryara qedexekirinê dernexistine.   MA / Ahmet Kanbal