Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand 2022-08-22 09:06:14   MÊRDÎN - Şahidên bûyêra qezaya li Derîkê gotibûn ku TIR’a 3’emin jî heyê lê ew bi zorê danê sekinandin. Li ser vê gotina şahidan Walitiyê Mêrdînê û Sûleyman Soylû jî gotin ku TIR’a 3’emin ‘tune ye.’ Ajansa me ya Mezopotamyayê dîmenên TIR’a 3’yemîn ku tekerên we teqiyane kişandin.    Di 20’ê tebaxê de li navçeya Dêrika Mêrdinê TIR’a ku ji Kargeha Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bar dianî firêna wê teqiya û  kete nav welatiyan, di encama qezayê de 21 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî  bûyerê, welatiyên ku şahidiniya bûyerê kiribûn gotin, TIR’a 3’yemîn jî hebû û ew bi zorê danê sekinandin.    Wezirê Karên Hûndir Suleyman Soylû ku ji ber bûyerê hatibû Dêrikê gotinên şahidan derewandibûn û îdia kiribû ku TIR’a 3’yemîn ‘tune ye’. Soylû wiha gotibû: “Tu rastiyê TIR’a 3’yemîn nîne û gotinên ku dibêjin ew TIR bi zorê û guleyan dane sekinandin derewe.” Walitiyê Mêrdînê ku heta niha  bêdeng bû daxuyanî da û mijara daxuyaniyê jî tenê li ser TIR’a 3’yemîn bû. Walitiyê jî got TIR’a 3’yemîn tune ye.    ‘MA’YÊ DÎMENÊN TIR’A 3’YEMÎN KIŞANDIN’    Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) li ser gotinên şahidan kete pey TIR’ê û dîmenên TIR’a 3’yemîn kişand. TIR’a 3’yemîn ku di ser rêya teketina navçeyê de sekinî bû, li ser tijî gûbrê bû û li wir sekini bû. Bi rêçen asfaltê jî aşkera bû ku ew TIR bi zorê sekiniye û tekerekî we jî teqiyaye.  Cardin jî tê xuyakirin ku lastikên teker kevin bûne û tekerekî wê jî diryayê.