Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt 2022-08-22 10:28:29   MÊRDÎN - Di qezaya li Dêrika Çiyayê Mazî ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dan de kargeha Şeyhmûs Kizilay cara duyemîn hilweşiya. Kizilay, destnîşan kir ku tevî wî gilî li qeymeqamtiyê kiriye jî tu bergirî nehatine girtin.   Li Dêrika Çiyayê Maziyê di 20'ê tebaxê de qezaya trafîkê çêbû û 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. TIR’a ku bûbû sedema qezayê dikana Şeyhmûs Kizilay jî hilweşand. Dema ku qeza qewimî tenê kurê Kizilay li kargehê bû û birîndar nebû. Xwediyê kargehê Kizilay, destnîşan kir ku wî beriya niha ji ber qezayê gilî kiriye û tevî giliyan tu bergirî nehatine girtin.   ‘HER SAL MIROVÊN ME DIMIRIN’   Kizilay, diyar kir ku ew her tim bi heman rewşê re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Her sal mirovên me dimirin. Divê rayedar çareseriyekê bibînin. Vê carê qezayeke mezin qewimî. Edî bes e, sebra me nema.” Kizilay, anî ziman ku dema qeza qewimî kurê wî jî li kargehê bû û baş bû ku tiştek li wî nehat û ev tişt gotin: “Şikir tiştek pê nehat lê ew sehm besî wî bû. Em bi halê xwe kêfxweş bûn lê me dît ku mirov di bin kamyonê, nav tekerên kamyonê de mabûn. Gêlê Dêrikê perîşan bû.”   SEBRA ME NEMA   Kizilay, destnîşan kir ku wî bi xwe rewş ji Qeymeqamtiyê re gotiye û wiha axivî: “Binêrin li vir frên diteqin, kamyon diqulibin, mirov dimirin, ajokar dimirin. Van çend salan binêrin, li arşîvê bigerin, di qezayên li vir tên jiyîn de dibe ku 150 mirov mirine. Em dixwazin ev a dawî be. Nexwe dê tiştên mezintir biqewimin. Êdî sebra me nema. Dema ku kamyon derbas dibin em dua dikin ku frênên wê neteqin. Em tim bi vê tirsê dijîn. Gelê Dêrikê ji vê rewşê gelek gazinker e. Em nikarin zarokên xwe bişînin milê rêyê yê din.”