Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin 2022-08-22 10:59:31   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG'ê destnîşan kir ku wan di şerê 19’ê tebaxê li Herêma Kurdistanê qewimî de helîkoptereke Skorsky a artêşa tirk xistiye û dîmena kêliya ketina helîkopterê parve kir.   Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin de şer dijwar dibe. HPG'ê daxûyand ku wan di 19’ê tebaxê de helîkoptereke Skorsky a dixwest leşkeran dane herêmê, xistiye.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên di malpera Gerîlla TV’yê de hatine parvekirin weke çavkanî nîşan da. Di dîmenan de xuya dike ku helîkopter dikeve xwarê.   Li gorî nûçeya ANF'ê di 19’ê tebaxê saet 21.35’an de li Girê Amediyê helîkopter digerin û tîmên bitevger jî derban li helîkopterên Skorskyê, dixin. Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn: “Hatiye tespîtkirin ku holîkoptereke Skorsky berî ku leşkeran dane herêmê, ber bi sînor ve çûye û nêzî qereqola Girê a navçeya Çelê ketiye û şewitiye.”