Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir 2022-08-22 11:13:48   STENBOL - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin, ragihand ku ji ber pêkanînên keyfî yên girtîgehê û qebûlnekirina daxwazên wan ji 14’ê tîrmehê ve çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan bêdem û bidorveger dane destpêkirin.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê ji 6’ê mijdara 2020’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin, bi  nameyekê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re vegot. Karakaş, diyar kir ku bi zêdebûna tecrîdê û zextan re keyfiyet berdewam dike û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên me û çareserkirina van nêzîkatiyên nehiqûqî û keyfî bi rêyên qanûnî û diyalogê hemû derfetên xwe bi kar tînin, lê li hemberî vê yekê jî ji ber nasnameya me ya kurd û siyasî bi temamî bi nêzîkatiyên dijminane re rû bi rû dimînin.    PIRSGIRÊK NEHATIN ÇARESERKIRIN   Karakaş da zanîn ku wan daxwazên xwe gelek caran ji Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, dadgerên înfazê, serdozger, dozger û midûrê girtîgehê re ragihandine lê tu encam bidestnexistine û wiha berdewam kir: “Ji ber daxwazên me nehatin qebûlkirin ji 14’ê Tîrmehê ve me bi dest çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan bêdem û bidorveger kir. Em hêj çalakiya xwe didomînin. Mixabin ne beriya çalakiyê ne jî piştî çalakiyê tu pirsgirêkên me nehatine çareserkirin û hêj jî berdewam dikin. Ji ber em pêkanîna ‘lêgerîna nava dev’ ku rûmeta mirovahiyê binpê dike qebûl nakin, mafê me yê xwe gihandina tedawiyê bi awayekî fîîlî ji holê hatiye rakirin. Bi belavkirina demê re erka dewletê ya parastina ewlekariya me veguherandiye polîtîkaya kuştinê.”   ASTENGKIRINA MAFÊ TEDAWIYÊ   Karakaş, ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke tê zanîn girtiyên ku nêzî 25-30 sal in li girtîgehan tên ragirtin bi nexweşiyên kronîk ketine. Gelek ji wan nexweşên giran in û divê her tim di bin kontrola bijîşkan de bên tedawî kirin. Lê ji ber pêkanîna min li jor qal kir, berdin kontrolkirin ez jî di nav de hevalên me yên rewşa wan her ku diçe xerab dibin nabin nexweşxaneyan. Nexweşiyên me her ku diçin pêş ve diçin. Li dadgehên ku mafê me yê parastinê ji destê me tê girtin cezayan digirin.”   FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ   Karakaş, bi lêv kir ku “lêgerîna tazî” ku Wezareta Dadê înkar dike li wan tê ferzkirin, dema li dijî derkevin tundî li wan tê kirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê derbarê me de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin. Em giliyê kesên ku fermana van didin û van pêkanînan dikin, dikin lê biryara neşopandinê tê dayîn. Ev pêkanînên rûmeta mirovahiyê binpêdikin ji aliyê merciyên hiqûqî ve tên meşrûkirin. Dema rewş wisa be ne tenê em girtî malbatên me jî rastî van pêkanînan tên. Dema qebûl nekirin jî nahêlin hevdîtinê bikin. Malbatan mexdûr dikin û mafên wan ên hevdîtinê ji destên wan tê girtin.   PÊKANÎNÊN KEYFÎ YÊN RÊVEBERIYÊ   Lijneya Îdare û Çavderiyê mafê me yê herî qanûnî yê guhertina odeyê bi hincetên ‘makûl’ qebûl nakin. Îdareya girtîgehê ku daxwazên me yên guhertina odeyê qebûl nake jî bi darê zorê odeyan diguhere û ji derveyî vîna me bi darê zorê li odeyan tên ragirtin.”   GIRTÎGEHA TÊL KIRÎ   Karakaş, ragihand ku li odeyên têl kirî ku rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên FETO’yê çêkirine tên ragirtin û têkildarî van odeyan wiha got: “Ev odeyên ku weke kafesê û serê wan bi telan hatine girtin, asîman jî digirin.”   Karakaş, da zanîn ku kesên ji bo hevdîtinê dinivîsin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve “ketina wî ya girtîgehê bixeter e” tên astengkirin û wiha pê de çû: “Piştî lêkolîn, fîşkirinên ji aliyê miduriyeta polîsan ve tên kirin ‘bixeter’ tên dîtin û destûrê nadin bên hevdîtinê. Bi vî awayî hem em hem jî kesên ku were hevdîtina me tê mexdûrkirin. Ji odeyên 4-5 kes lê dimînin re têra kesekî xwarinê didin. Fatûraya krîza aboriyê jî ji girtiyan re tê birîn.   Bi rêxistinên dijber û nijadperest re li heman korîdorê li odeyên cem hev tên ragirtin û derdikevin heman cihê hevdîtinê. Tevî ku mînakên neyînî derketin holê û xetereya ewlehiya can heye jî hemû serlêdanên me tên redkirin. Şûna hevalên me yên ji heman dozê hatine girtin, bi DAIŞ, El Kaîde, FETO û komên nijadperest re li odeyên li rex hev dimînin û derdikevin heman cihê hevdîtinê. Ev yek ewlehiya canê me û malbatên me dixe xetereyê.”   ZILMÊ DIKIN   Karakaş, diyar kir ku dixwazin bi meşa leşkerî wan bibin hevdîtinên malbat û parêzeran û ragihand ku li dijî bêhiqûqiyên tên jiyîn îtîraz kirine lê cezayên dîsîplînê li wan tê birîn. Karakaş, bi lêv kir ku piştî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin rêveberiya girtîgehê ava fêkî, şekir, xwê, ava hazir û lîmon nade wan.   BÊ TEHAMULIYA KURDΠ   Karakaş, nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Têkildarî lêpirsînên dîsîplînê daxwaza mafê me yê qanûnî yê parastina bi zimanê dayikê nayê qebûlkirin û bêyî parastinê bigirin cezayên dîsîplînê tên dayîn. Gelek nêzîkatiyên dijminane, bi bêtehamuliya ziman xwe didin nîşandan.    JI BER NASNAMEYA ME YA KURD   Ji hemû mafên me û şertên girtîgehê ji ber nasnameya me ya siyasî û kurd bi ‘cihekariyê’ re rûbirû dimînin. Gelek pêkanînên wisa li ser me tên sepandin, li ser girtiyên din nayên sepandin.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Ez hem weke rojnamevanekî girtî hem jî ji ber nasnameya xwe ya siyasî bi hemû hevalên xwe re bi van rêbazan re rû bi rû dimînin. Em li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin. Bi vê munasebetê em ji hemû meqamên hiqûqî yên peywendîdar, parazvanên mafê mirovan û hiqûqê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bi rêya we daxwaz dikin ku komîteyekê ava bikin da ku bûyerên van pêkanînan lêkolîn bikin û serdana girtîgehan bikin. Û ji ber vê yekê em dixwazin piştgiriya hiqûqî bê dayîn. Em bang li dikin ku ji bo vê yekê têbikoşin û di nava piştevaniyê de bin.”