Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin 2022-08-22 16:27:13   AGIRÎ - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê, daxwaza hevdîtinê ya şandeya ji STO û nûnerên HDP’ê pêk dihat qebûl nekir. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, bi lêv kir ku ji her bûyera neyînî ya dibe ku bi serê girtiyên nexweş bê, dê Wêzîrê Dadê berpirsyar be.    Şandeyeke ku rayedarên Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî di nav de hene, ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê lêkolîn bikin çûn kampusa girtîgehê. Şandeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bertek nîşanî rêveberiya girtîgehê ku daxwaza hevdîtinê ya şandeyê qebûl nekir da.    ‘MAFÊ WAN ÊN TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN’   Koç, ê li ser navê şandeyê daxuyanî da bi lêv kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Koç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi bîr xist û wiha got: “Rojnameyên muxalîf nadin girtiyan û girtî ji ber ku xwarin kêm e û xirabe û av qirêj e nexweş dikevin. Dîsa girtiyên nexweş ên di girtîgehê de ne gihiştina wan a tedawiyê tê astengkirin. Li ser pêkanînên gefxwarinê yên rêveberiya girtîgehê yên li hemberî hin girtiyan gilî û raporên cidî hene. Li vir bi dehan girtiyên nexweş hene. Mafê tedawiyê yê van girtiyan ji dest tê girtin. Di vê mijarê de me bi dehan pêşniyarname dan, lê Wezareta Dadê bersiv neda vê yekê.”   ‘RÊVEBERIYEKE KU QANÛNAN NAS NEKE HEYE’   Koç, diyar kir ku helwesta nasnekirina qanûnan a desthilatê bandor li rêveberiya girtîgehê jî kiriye û wiha berdewam kir: “Tevî ku me weke şandeyê çend roj berê randevû xwest jî randevû nedan me, naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Em baş dizanin ku li vir binpêkirinên mafan hene û tiştek tê veşartin. Em ê tu carî dest ji meşandina vî karî bernedin, çav û guhê me wê li vir be. Em ê binpêkirinên mafan ên li vir ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê re ragihînin.”   ‘GIRTÎGEH BÛNE MIRINGEH’   Koç, bi bîr xist ku li girtîgehan di 8 mehên dawî de 44 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û got: “Girtîgeh bûne miringeh. Ji her bûyera neyînî ya dibe ku bi serê girtiyên nexweş bê, em ê dozgeriya înfazê û Wêzîrê Dadê berpirsyar bigirin.”