ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-23 09:00:10 * Hevalên Bazo Yilmaz ê nexweş ê di girtîgehê de hat qetilkirin behsa wî kirin. Hevalên wî diyar kirin ku Yilmaz tevî nexweşiya xwe jî ji têkoşîna xwe tawîz nedaye û gotin, ew bi "hiqûqa dijminatiyê" re rû bi rû maye. * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ger azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê dê pêşî li ber azadiyan bê vekirin û got, divê hemû derdor têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bikin.   * Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku dewlet ji mirinên li girtîgehan berprisiyar e û li dijî binpêkirinên mafan ji bo piştevaniyeke civakî ya xurt bang kir.   * Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat a 17 salî ku li Qilebanê hate qetilkirin, piştî hatiye tecawizkirin bi çeka cerdevanan hatiye kuştin. Dema jina ciwan di çem de hate dîtin tazî bû, ev yek jî gumana tecawizê xurt dike.   * Şaredariya Îdirê ku di bin rêveberiya qeyûman de ye, ev 2 sal in bi hinceta karên binesaziyê rêyên ku li 7 taxan kolane çênekiriye. Welatî ji ber toz û heriyê bi bertek in.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 533’yemîn de berdewam dike.    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker, ji bo bale bikişîne ser rewş û daxwazên kurê xwe wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêş girtîgehê bidomîne. (10.00-16.00)   * Bi merasîmeke ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir tev li bibe wê rêveberiya DBP’a Çewligê were diyarkirin. (11.00)   * TMMOB û odeyên girêdayî wê, têkildarî Nobeta Edaletê ya ketiye meha 4’an ku li dijî biryara Doza Geziyê dane destpêkirin dê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * TUAY-DER’a Wanê wê têkildarî mirinên li girtîgehan zêdebûn li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)