‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe' 2022-08-23 09:02:42   RIHA - Hevalên Bazo Yilmaz ê nexweş ê di girtîgehê de hat qetilkirin behsa wî kirin. Hevalên wî diyar kirin ku Yilmaz tevî nexweşiya xwe jî ji têkoşîna xwe tawîz nedaye û gotin, ew bi "hiqûqa dijminatiyê" re rû bi rû maye.   Girtiyê nexweşê Bazo Yilmaz (67) di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 2'yan hat qetilkirin. Yilmaz di 19'ê Tebaxê de li Goristana Yukari Goklu Asriî ya li Taxa Gogan a Xelfetiyê bi merasîmekê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.   Yilmaz ku di navbera salên 2009-2014'an de Şaredarê Bajaroka Gogan bû, di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bûbû endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê. Yilmaz di 12'ê Kanûna 2016'an de ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tevî 284 kesan hatibû binçavkirin. Yilmaz tevî ku nexweşiya pişikê ya kronîk (COPD) û astimê pê re hebû jî 25 rojan di hêwaneke sporê ya şert û mercên wê xirab de di binçava de mabû û paşê tevî 80 kesan hatibû girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.   Hevalên wî yên girtîgehê û yên dema xebatên siyasî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wî kirin.    LI HÊWANEKE SPORÊ 25 ROJÊN DI BINÇAVAN DE   Sedat Çelîk (61) ku ew û Yilmaz 25 rojan bi hev re di binçavan de mane, tiştên di dema binçavkirinê de hatine serê wan bi vî awayî vegotin: “Dema ku Bazo Yilmaz şaredar bû, em û wî di bernameyan de carekê du caran leqayî hev hatin. Lê min wî li hêwana sporê ji nêz ve nas kir. Hêwaneke werzîşê ya Şaredariya Halîliyeyê wekî navenda binçavkirinê hatibû bijartin. Em bi sedan kes di binçavan de bûn û li hundirê hwêana sporê bi bariyerên hesinî em ji hev hatibûn veqetandin. Ez û hevalê Bazo 25 rojan bi hev re li stasyona 6'an bûn. Wê demê astima wî hebû û derman dixwar. Şert û mercên paqijiyê yên cihê em lê diman pir xerab bûn. Li her derê toz hebû. Pirsgirêka nefesê ya Bazo Yilmaz hebû. Em li erdê radizan. Rewşa wî her roj xerabtir dibû. Ez her tim difikirîm, 'di rewşeke wiha de çawa ew binçav kirine?' Pirî caran dema ku rewşa wî nebaş dibû, wî dibirin ambulansa li ber deriyê hêwana sporê û li wir hinek derman didan û cardin wî dianîn."   ‘TEKANE SÛCÊ WÎ TÊKOŞÎN BÛ'   Çelîk diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Bazo Yilmaz piştî binçavkirinê girantir bûye û astima wî veguheriye KOAHê. Çelîk bilêv kir ku li Girtîgeha Cirnê Reş a Jimare 2'yan li qawîşên cuda diman û wiha got: “Dema em di girtîgehê de bûn, em car caran hefteyê carekê di dema spor an jî sohbetan de dihatin cem hev. Dema ku min li rewşa tendurustiya wî pirsî, got 'Ez baş im, îdare dike.' Nedixwest rewşa tenduristiay xwe bide der, ji bo kes li ber nekeve. Piştre tenduristiya wî xirab bû û jiyana xwe ji dest da. Hevalekî baş bû, sohbeta wî xweş bû. Tu sûcek wî tune bû. Yekane sûcê wî têkoşîna ji bo azadiya gel bû. Ji bo ronîkirina vî gelî têkoşiya. Li girtîgehê hê girtiyên nexweş ên giran hene. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li dijî vê divê demildest tiştek bê kirin. Ji ber ku mirov ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin, niha di girtîgehan de dîlgirtî ne."   ‘NIKARIBÛ BÊHNÊ BISTÎNE'   Ji ber ku li rewşa tenduristiya Yilmaz giran bû di 8'ê Sibata 2021'ê de ew rakirina Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Di rêwîtiya 4 rojan de pêdiviyên Yilmaz nehatin bicihanîn. ATK'ê ragihand ku Yilmaz dikare "di girtîgehê de bimîne." Agahiyên raporê bi parêzer û malbata Yilmaz re nehatin parvekirin. Li Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo raporê de îtiraz hat kirin, lê îtiraz bi hinceta ku "di şert û mercên girtîgehê de dikare infaza xwe bidomîne" bi yekdengî hat redkirin.    Mehmet Kultur (60) ku di sala 2020'an de bi Yilmaz re di heman qawîşê de maye, diyar kir ku biryarên ATK'ê yên derbarê Bazo Yilmaz û girtiyên din ên nexweş de "hiqûqa dijminatiyê" ne. Kultur bal kişand ser rojeke li girtîgehê ya Bazo Yilmaz kir: "Nexweş bû, bê tûpê oksîjenê nikaribû bêhna xwe bigirta. Bêhna wî diçikiya. Serê sibê jimartin hat kirin. Piştî jimartinê ew birin revînê û 3-4 saetan oksîjen danê. Ji bo firavînê ew dianîn û danê êvarê careke din ew dibirin. Piştî şîvê cardin ew dianîn û dermanên wî hebûn, me ew didanê. Bi vî awayî roja xwe bi dawî dikir."   ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Kultur bibîr xist ku ji bo serbestberdana Bazo Yilmaz ji ÎHD û Wezareta Dadê re daxwazname û faks şandine û wiha got: “Me hevalên wî alîkariya wî dikir, ne mimkun bû ku bi tenê bimana. Me got 'Nikare di girtîgehê de bimîne' lê ew bernedan. Li hemberî pirsgirêkên tenduristiyê helwesteke fermî, nêzîkatiyeke dijminane hebû. Raporên derbarê pirsgirêkên tenduristiyê de esas nedihatin girtin. Lê wî nexweşîna xwe nedikir pirsgirêk ji bo têkoşînê. Ji ber ku dizanibû helwesteke dijminatiyê heye tiştek negot. Dizanîbû çima li hemberî wî nêzîkatiyeke wiha dijminane heye, çima nayê berdan û çima bi vî rengî berê xwe didin wî. Wî tu carî serî li ber vê yekê netewand. Ji bo berdanê, îxanet li têkoşîna xwe nekir. Mirovekî têkoşer bû. Wî ji bo têkoşînê her tişt dabû ber çavên xwe. Ger qanûn bên pêkanîn dê girtiyên nexweş bên berdan, lê nayên pêkanîn. Qanûna dijminatiyê tê pêkanîn ji bo girtiyan. Eger em bibin yek, ger em bibin dengê girtiyên li hundir, wê demê dê girtiyên nexweş bên berdan."   Mahmût Ozdemîrê ku dema Yilmaz Şaredarê Bajaroka Goganê bû, ew jî Şaredarê Xelfetiyê bû ji bo Yilmaz got: "40 sal in hevaltiyek me ya têkoşînê hebû. Siyasetmedarekî li ser esasên rêgez û exlaqê partiyê bû. Pratîkeka pir çak da der di warê rêveberiya herêmî da. Têkiliya wî ya bi gel re pir baş bû. Bi gel re bûbû yek. Ji ber vê yekê, ji 7 saliyan heta heftê saliyan her kes xwedî cenazeyê wî derket. Her kesî dek û dolaban girt û şaredar hembêz kir. Ji bo me windahiyeke bi êş bû. Bi biryareke neqanûnî û siyasî hat girtin. 6 salan di girtîgehê de ma. Berî girtîgehê nexweş bû. Ji bo me windahiyek êşbar bû. Bi awayekî nehiqûqî hat girtin. 6 sal di girtîgehê de ma. Beriya bê girtin nexweş bû. Gelek sazî û dezgeh ji bo berdana wî tevgeriyan, lê behat berdan. Ev şerma dewletê ye. Em hevrêyên wî em ê têkoşîna wî ji cihê mayî bidomînin. Em bibiryar in. Di mirina hevalê Bazo de tiliya rêvebiriya girtîgehê û ATK'ê heye."      ‘HER KESEKÊ HIMÊZ DIKIR’   Sabrî Yilmaz (49) ku xizmê Bazo Yilmaz e (mamê bavê wî û pismamê dêya wî) anî ziman ku di zarokatiya xwe de her tiştî ji Bazo Yilmaz hîn bûye. Yilmaz bilêv kir ku ew û Bazo Yilmaz çar salan bi hev re di şaredariyê de xbeitîne û got: “Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Ew xwedî kesayetiyek wiha bû ku her kesî hemêz dikir. Carinan ji ber nexweşiya xwe agresîf dibû, lê her tim bi gel re di nava diyalogê de bû." Yilmaz anî ziman ku 25 roj berê çûye girtîgehê cem Bazo Yilmaz  û got: Gazî min û pismamê min kiribû. Em çûn. Me 45 deqeyan sohbet kir. Her tim dikenî û hewl dida moralê me xweş bike. Wî gazî me kir ku em biaxivin. Pir pirs ji me kirin. Pirsên wekî “kî tune, kî maye, kî mirî ye” yek bi yek pirsa her kesî kir. Çendî nexweş bû jî pirsa pirsgirêkên binesaziya Goganê kir. Bi pirsgirêkên gel re eleqedar bû. Dixwest wekî ku baş be xwe bide nîşandan. Lê şaredara Bazo nikaribû li ser pêyan bisekine, bêhna wî diçikiya. Lê heta nefesa xwe ya dawî jî got 'gelê min'. Tu carî nîşanî malbata xwe neda ku rewşa wî nebaş e.”   MA / Emrûllah Acar