‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e' 2022-08-23 09:03:32   STENBOL - Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku dewlet ji mirinên li girtîgehan berprisiyar e û li dijî binpêkirinên mafan ji bo piştevaniyeke civakî ya xurt bang kir.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin û li ser hev xebera mirina girtiyên nexweş tê. Bi qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz re ku di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha  Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 2'yan  ya Rihayê hat qetilkirin, di 8 mehên dawî de hejmara cenazeyên ji girtîgehan derket bû 43. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene di girtîgehan de. Girtiyên nexweş ên ku nayên berdan, bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.   Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku sedema zêdebûna qetlîamên li girtîgehan şert û mercên girtîgehan e û got, li girtîgehan pirsgirêkên di warê xwegihandina mafê tenduristiyê de rû didin û îşkenceyên tên kirin dikin ku girtiyên nexweş zûtir bimirin. Her wiha Yolerî bilêv kir ku ev yek li girtîgehan bûyerên "xwekuştinê" jî zêdetir kirine û got, dewlet ji mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berpirsiyar e.    KOMKUJIYÊN NETOMARKIRÎ   Yolerî diyar kir ku 43 kesên ku di 8 mehên dawî de li girtîgehan hatine qetilkirin, ne ku piştî hatine berdan jiyana xwe ji dest dane û got, lê eger ên piştî berdanê jiyana xwe ji dest dane jî lê bê zêdekirin dê hejmar zêdetir bibe. Yolerî got: “Mesela, piştî ku girtî dikeve komayê, biryar tê girtin û pozîsyoneke wekî ku piştî hatiye berdan jiyana xwe ji dest daye, derdikeve holê. Ji ber vê yekê bûyerên bi vî rengî ji yên jiyana xwe ji dest dane de nayên hesibandin. Helbet em hewl ku vê yekê jî tespît bikin."   TECRÎD BERBELAV BÛYE   Yolerî destnîşan kir ku tecrîda girankirî û berbelav a li girtîgehan rêbazeke îşkenceyê ye û sedemeke mirinan jî ev tecrîd bi xwe ye. Yolerî anî ziman ku ji sala 2000'î ve tecrîd bi awayekî sîstematîk li girtîgehan tê pêkanîn û her diçe mînakên nû û girantir tên plankirin. Yolerî ji bo vê got: "Wekî hûn jî dizanin rayedarên dewletê bi xwe ragihandin ku wê li girtîgehên tîpa S û Y'yê tecrîdeke girankirî pêk bînin. Lewma mirov dikare bi rihetî bibêje ku ev îşkenceya girankirî ya tê pêkanîn, mixabin bi taybetî paralelî van xwekuştinan e an jî pêwendiya wan bi xwekuştinan re heye."    GEFXWARIN   Yolerî anî ziman ku girtîgeh cihên ewil ên polîtîkayên çewisandinê yên dewletê ne û got, dewlet girtîgehan li hemberî civakê wekî xetereyê bi kar tîne. Yolerî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Tirkiyeyê girtina her kesî pêkan e û haya her kesî jî ji vê heye û dizanin dibe ku rojekê tiştên tên serê girtiyan bên serê wan jî. An jî îro her kes yeqîniya xwe bi daxwaza ji bo edaletê tîne. An bi awayekî şexsî ev hatiye serê wan an jî li derdora xwe bi gelek mînakan re rû bi rû maye. Lewma, a rast çavê her kesî li girtîgehan e. Çi diqewime û bandora pêkanînên li vir a li ser civakê çawa ye? Ger hûn muxalif bin an jî xwedî helwesteke muxalif a ne lig or dilê desthilatê bin, dewlet dibêje 'Dê dawiya we girtîgeh be û li girtîgehan jî dê dawiya we ev be.'"    PIŞTEVANÎ   Yolerî xizmên girtiyên ku doza edaletê dikin, malbatên Roboskiyê, malbatên Pirsûsê, malbata Şenyaşarê û malbatên kesên ku di karesata trênê de ya Çorluyê jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û got: “ A rast, civak ji aliyekî ve dikele. Lê em dibînin ku her yek ji wan di qada xwe ya herêmî de sînordar e. Yanî ger mirov lê binêre têkoşîna civakî her tim li cihên cuda, parçe parçe didome. Mirov dikare bibêje ku gava hatine li cem hev çênebe, ev polîtîkayên çewisîner ên giran xwedî bandor in. Îro ro, îtîraza herî biçûk jî dikare bibe cihê encamên pir giran. Lewma pêwîst e hin çalakiyên ku bibin cihê hêvî û hevgirtinê divên. Dibe ku piştî vê yekê mirov bi hêsanîtir karibin rîskê bigirin ber çavên xwe, çimkî wê gavê wê zanibin ne ew ne jî malbata wan dê bi tenê neyên hiştin."   FERASETA CIHÊKAR   Yolerî diyar kir ku neberdana siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a nexweşîna demansê lê peyda bûye, "cudakarî ye" û got, li Tirkiyeyê pergala înfazê bi "zêhniyeta cudaxwaz" çêkirin.    BERPIRSIYARIYÊN DEWLETÊ   Yolerî di berdewama axaftina xwe de got: “Welatî girtî bin jî dewlet divê mafên wan biparêze. Divê mafê gihîştina tenduristiyê, dermankirinê û jiyanê biparêze. Îşkence bi temamî qedexe ye û divê dewlet dest ji îşkenceya li girtîgehan berde. Dewlet nikare hiqûqa navneteweyî ya ku destûra bingehîn girêdayî wê ye paşguh bike. Lewma em ê tim bi israr berpirsyariyên dewletê bînin bîra wê. Û ji bo ku dewlet van erkan bi cih bîne, çi hewce û helwdan bivên em ê bikin."    BANGAWAZÎ   Yolerî bang li civakê kir ku li hemberî binpêkirinên li girtîgehan hesas be û got: “Hesasiyeta civakê hem tê wateya haydarbûna ji mijarê hem jî berteka li dijî vê meseleyê. Yanî divê çawa bertek nîşan bide? Bi tevlîbûna çalakiyên ku tên lidarxistin, bi çalakiyan, li vû tevgeran çûyîna bi ser saziyên têkildar  re, bertekên ji bo ku dewlet li gor mafên mirovan û hiqûqê tevbigere... An jî dikarin piştgiriya girtiyan û xizmên wan bikin."