Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî 2022-08-23 10:48:40   WAN - Beriya pîrozbahiyên “Serkeftina Milazgirê” ku Erdogan dê beşdar bibe, bi fermana walitiyê tevlibûna xebatkarên cemaweriyê kirin mecbûrî.    Beriya pîrozbahiyên “Serketina Milazgirê” ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan wê di 25-26’ê tebaxê de li navçeya Xelat a Bedlîsê û navçeya Milazgir a Mûşê beşdar bibe, tevlibûna hemû xebatkarên cemaweriyê mecbûrî kirin. Di nivîsa ku ji Miduriyeta Perwerdehiyê ya Wanê ji dibistanan re hate şandin de wiha hat gotin: “Bi fermana waliyê me hemû midûrên dibistanê, cîgirên midûr û mamosteyên me bi boneya rizgariya Milazgirê wê biçin Milazgirê. Hemû lêçûnên weke veguhastin, xwarin û vexwarin wê ji aliyê Walîtiya me ve bên pêşwazîkirin. Ji kerema xwe re li gorî vê planên xwe bikin.”   SÛC TÊ KIRIN   Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay ê bertek nîşanî vê rewşê da wiha got: “Waliyek nikare fermanê bide xebatkarên cemaweriyê ku li bajarekî din beşdarî çalakiyeke ku serokê partiyeke siyasî bike, bibin. Nikare van lêçûnan ji budçeya walitiyê pêşwazî bike. Nikare kesê bi darê zorê beşdar bike. Yên ku vê fermanê didin û yên ji komên dibistanê parve dikin jî sûc dikin.”