Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû 2022-08-23 10:50:04 AMED - Hate diyarkirin ku li Amedê zarokê bi navê A.D. yê 10 salî duh di Çemê Dîcleyê yê Amedê de winda bûyê û lêgerîna zarok hêj jî berdewam dike.   Li Amedê zarokê bi navê A.D yê 10 salî duh piştî nîvro di Çemê Dîcle yê Amedê de winda bû. Hate diyar kirin ku A.D. li aliyê Baxçeyên Hewselê yên navçeya Sûra Amedê bi hevalên xwe re ketiye çem û piştî ku av bilind bûye zarok di nav avê de winda bûye. Bi agahiya hevalên wî malbat pê dihese û agahiye dide polîsan. Lêgerîna A.D ji sibê ve didome.   Lİ gorî agahiyên ku xizmên A.D dan, bûyer duh piştî nîvro dora saet di 13.00’an de qewimiyê û dereng haya malbatê jê çêbûye. Piştî ku malbat pê dihese polîsan jî agahdar dike. Êvarî saet di 17.00’an de  dest bi lêgerîne dikin. Ji ber şevê polîs û AFAD navber didin lêgerîne û danê sibê dîsa dest bi lêgerîne kirin.   A.D hê jî nehatiye dîtin û lêgerîna wî berdewam dike.