Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin 2022-08-23 13:47:51   MÊRSÎN - Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’î ji bo betalkirina biryara firotina neguhêzbaran û deyn ku piştî binçavkirina hin endamên wan ji meclîsê derbas bûbû, li Dadgeha Îdarî doz vekirin.    Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina biryara firotina neguhêzbaran û 50 milyon deyn li Dadgeha Îdarî doz vekirin. Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP’î û EMEP’î ku daxwaznameyên dozê radestî dadgehê kirin, li pêş Dadgeha Îdarî daxuyanî da. Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kûş û endamên Meclisê tev li daxuyaniyê bûn.    ‘EM Ê PÊVAJOYÊ JI GELÊ AKDENÎZÊ RE VEBÊJIN’   Endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Ozgur Çaglar ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku biryarên di civînê de hatine qebûlkirin darbeyeke demokrasiyê ye û wiha got: “Têkildarî 50 milyon deyn, veguherandina Parka Yilmaz Guney a wargehê, firotina avahiya TEDAŞ’ê ku cihê herî binirx ên şaredariyê ye biryar hatin girtin. Em ê vê pêvajoyê ji gelê Akdenîzê re bêjin. Şaredarê Akdenîzê bila wisa nefikire; Me ev biryar girtin, em ê li gorî dilê xwe vê şaredariyê bi rê ve bibin.’”   BANG LI PARTIYÊN MUXALEFETÊ KIRIN’   Çaglar, bi lêv kir ku wê hem bi rêya hiqûqî hem jî ya siyasî vê dozê bişopînin û bang li partiyên din jî kir ku ji bo “ev biryat bên betalkirin û kesên bi binçavkirinan sûc kirin bên darizandin” serî li dadgehê bidin.