Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne 2022-08-23 13:58:59   RIHA - Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di roja 533’emîn de, di bin dorpêça polîsan de didomîne.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 533’emîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê derket, hat pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.   Polîs bi hinceta “biryara dozgeriyê” ji 8’ê tebaxê ve destûr nadin ku malbat di bin siya têketina avahiya edliyeyê de nobeta xwe bidomîne. Dayik û kur beriya ku dest bi nobetê bikin ketin Edliyeya Rihayê û xwestin bi dozgerê dosyeya wan dinêre re hevdîtinê bikin. Dozger tevî ku li meqamê xwe jî bû nexwest bi malbatê re hevdîtinê bike. Malbat li ser vê yekê di bin siya avahiya edliyeyê de dest bi nobetê kir. Polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê heye, xwest ku malbatê ji wir dûr bixe lê Emîne Şenyaşar bi rûniştina xwe nobet domand. Li ser vê yekê polîsan dest danî ser mîndera ku Emîne Şenyaşar li ser rûdinişt. Polîsan pişt re dayîk û kurê wê dorpêç kirin.    ROJNAMEGER HATIN ASTENGKIRIN   Rojnamegerên ku dixxwestin dîmenên çalakiyê bikişînin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan nasnameya nûçegihanê ajansa me Emrûllah Acar jê xwestin û di GBT’ê re derbas kirin. Polîsan ji bo ku Acar  ji kişandina dîmenan bigirin û mijûl bikin, xwestin ku çanteya xwe vala bike. Acar, tevî hewldanên astengkirinan jî kişandina dîmenan domand.     ‘WIJDANA TE TUNE YE?’   Emîne Şenyaşar bertek nîşanî dorpêçê da û wiha xîtabî Erdogan kir: “Zarokên te jî hene. Ma tu vê zilmê nabînî? Ma wijdana te tune ye? Em man 2 kes, werin me jî bikujin. Ma kes dengê me nabihîse? Ev dewleteke çawa ye, ev edaleteke çawa ye? Edî bi vê êşê nikarim. We malbata min qetil kir. Bila her kes li dijî vê zilmê rabe ser piyan. Edî bes e. Ev bêwîjdaniyekî çawa ye? Çima edalet nayê? Çima hûn parlamenterê xwe diparêzin?   NOBET DI BIN DORPÊÇÊ DE DIDOME   Polîsan ev gef li parêzerên ku hatibûn pêşiya edliyeyê xwar: “Malbatê qaneh bikin û ji vir rakin; nexwe em ê binçav bikin.” Parêzerên malbatê ji bo ku randevuyê ji wekîlê Serdozgerê Komarê yê Rihayê bigirin ketin edliyeyê. Dayîk û kurê xwe jî di bin dorpêça polîsan de nobetê didomînin. Lorînên dayika Şenyaşar a di bin dorpêça polîsan de nobetê digire, di nav dîwarên edliyeyê de olan dide.