KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye 2022-08-23 14:30:29   RIHA - Platforma Şaxan a KESK’a Rihayê, tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li dijî zextan didomîne bû.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 533’yemîn de berdewam dike. Dayik û kurê wê yên li qada sih a di ketina avahiya edliyeyê de dest bi nobetê kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayik û kur ku tevî astengkirinê çalakiya nobetê domandin, piştî ku parêzerên wan ji bo bi Wekîlê Serdozgeriya Rihayê re hevdîtinê bikin randevû girtin, derbasî qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” bûn.    Malbat, di nobetê de pankarta “Têkoşîna me ya edaletê di bin zextan de di roja 533’yan de ye” vekir û nobeta xwe dê bi pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê re bigire.    DAXWAZ JI NEDÎTÎ VE TÊN    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Rihayê Salîh Karataş yê li ser navê pêkhateyên platformê axivî, wiha got: “Tenê malbata Şenyaşar nehate qetilkirin. Daxwazên mafdar ên malbatê ji nedîtî ve tên. Heke malbat îro li vir bi daxwaza edaletê rûneniştibûya wê îhtîmaleke mezin ser vê komkujiyê jî hatibûya girtin. Nayê qebûlkirin ku tenê 3-4 kes bi awayekî formalite bên darizandin. Em weke saziyên sivîl ên civakî vê yekê qebûl nakin.”   ‘HEWLDAN SERÊ WÊ BIGIRIN’   Karataş, bi bîr xist ku malbat li nexweşxaneya ku saziyeke cemaweriyê ye hate qetilkirin û wiha axivî: “Komkujiyek qewimî. Piştî vê komkujiyê di nava saetekê de hemû pergala kamerayan a di nava nexweşxaneyê de hate dizîn. Bi awayekî zanebûn hewl dan serê komkujiyê bigirin. Tenê kesên komkujî pêk anîn sûcdar nînin. Kesên ji nedîve hatin, alîkarî kirin hewl dan serê wê bigirin hemû sûcdar in. Edalet ne tişteke ku li gorî hikumeta were guhertin e, tişta herî bingehîn a dewletê ye. Heke edalet nebe wê pirsgirêkên li welat tên jiyîn zêde bibin. Em li cem malbatê ne. Malbatê mafê xwe yê xwe parastinê bikaranî. Divê Fadil Şenyaşar demildest bê berdan. Her kes ker, kor û lal e. Lê berxwedana dayika Emîne wê kesên ker, kor û lal aciz bike. Heta ku hiqûqa rast were bi cih em ê li cem malbatê bin û dibêjin em xwedî li daxwazên wan ên mafdar derdikevin. Ji bo ku malbat bûye dengê vî welatî spasiyên xwe pêşkeşî wan dikin.”