TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin 2022-08-23 15:03:23   ENQERE - Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan di Nobeta Edaletê ya li dijî bêhiqûqiyê tê domandin de axivî û got: “Hevalên me di hundir de ne, em ê li derve têkoşîna xwe bidomînin.”   Nobeta Edaletê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û odeyên girêdayî wê dabûn destpêkirin ket meha 4’an. Di civîna çapemeniyê ya di Şaxa Odeya Avahîsazên Enqereyê de hate lidarxistin de pankarta “Tarî dê biçe, Gezî dê bimîne, Em li dijî girtinên bêhiqûqî di nobetê de ne” hat daliqandin.    Di civînê de bi wesîleya roja 100’emîn a nobetê Seroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan axivî û bi bîr xist ku daxuyaniya ku wan xwestiye li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin hatiye astengkirin û got: “Em bi desthilateke ku tehamulê wê ji maf gerînê re tune re rûbirû ne. Nêzîkatiyên li dijî mirovên ku derdikevin kolanan û mafê xwe digerin, nîşan dide ku pirsgirêka edaletê ji bo hemû kesan derbasdar e."   ‘NOBET BINGEHA ZÊDEBÛNÊ NE’   Karakûş, anî ziman ku gelek bajaran nobetên edaletê didomîn û wiha got: “Tevî ku nobet perçeyekî lêgerîna edaletê ne, bingeha zêdebûnê jî ne. Di her nobetekê de em mirovên nû nas dikin. Heman çalakiyên me ji bo encamgirtinê girîng in û em li vê têkoşîna xwe bawer in.”    Karakûş, bi lêv kir ku ew hem lêgerîna edaletê hem ji têkoşîna bajarî jî didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek odeyên têkoşîna bajarî dimeşînin dê li dijî kargêr û desthilatan lêgerîna edaletê bidomînin. Hevalên me dê li hundir em ê li derve têkoşîna edaletê bidomînin.”    ‘NE BI BÎATÊ, DÊ BI RIKE ÇARESER BE’   Piştî Karakûş Seroka Duyemîn a Şaxa Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê ya Enqereyê Rûmeysa Karataş (HKMO) jî di daxûyaniyê de axivî û ev tişt gotin: “Hevalên me bi awayekî neheq hatin girtin. Ev ne yekem biryara bêhiqûqî ye ku em pê re rûbirû dimînin. Ev kar ne bi bîatê, dê bi rikê çareser bibe. Wek ode heya ku em tev azad bibin, heya ku aştî were, em ê li ber xwe bidin û dê li cem hevalên xwe bibin.”