Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat 2022-08-23 15:41:18   HATAY - Li Edliyeya Îskenderûnê, di unîteya hêzê de teqînek pêk hat.    Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat. Ji ber teqînê li edliyeyê şewat derket. Di unîteya hêzê ya di avahiya edliyeyê de ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk hat. Piştî teqînê agir bi unîteya hêzê ket.     Di teqîna ku pêk hatiye de tu tişt bi kesekê nehat lê zirareke biçûk a madî li avahiyê edliyeyê çêbû.