Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an 2022-08-23 15:59:11   RIHA - Li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê di 8’ê tebaxê de 11 girtî ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, bi vî awayî hejmara girtiyên di çalakiyê de derket 30’an.   Çalakiya greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan hatibû destpêkirin belav dibe. Çalakiya ku beriya niha 19 girtiyan didomand, 11 girtiyên din jî tev li bûn. Girtî bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn û diyar kirin ku ji 22’yê tebaxê ve 11 girtiyên din jî tev li çalakiyê bûn.    Di 15’ê tebaxê de 9 girtiyên din jî tev li çalakiya ku 10 girtiyan di 8’ê tebaxê de li girtîgehê dabû destpêkirin bibûn. Tevî koma dawî hejmara girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne derket 30’an.