Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin 2022-08-23 16:26:09   MÊRDÎN – Hat ragihandin ku wezaret dê ji hesabên malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re 50 hezar lîreyan razîne û Serokkomar Erdogan jî daxuyand ku dê fîrmayên ji mirinan berpirsyar in dê 250 hezar lîreyan ji malbatên re razînin. Ev daxuyanî ji bo bêdengkirina malbatan weke ‘perê xwîne’ hate nirxandin.    Hat daxuyandîn ku Wezareta Malbat û Xîzmetên Cîvakî dê ji hesabên malbatên 21 kesên di qezaya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê û 16 kesen di qezaya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dane re 50 hezar lîre razandine. Ji xeynî pereyên ku dê 24’ê tebaxê ji hesaba malbatan re bên şandin Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî ragihand ku dê ji serê her malbatê re 250 hezar pere bê razandin.    SER NAVÊ CENGÎZ HOLDÎNGÊ ERDOGAN RAGIHAND   Erdogan têkildarî daxuyaniya qezaya li Dêrikê bêyî ku navê Cengîz Holdîngê bîne ziman ev tişt gotibûn: “50 hezar lîreyan dê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li gel vê 250 hezar lîre jî bi piştgiriya wan em ê bidin malbatên kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.”   JI BO BÊDENGKIRINA MALBATAN   Daxuyaniyên Erdogan, hikûmet û Cengîz Holdîngê ji bo bêdengkirina malbatan wek “perê xwînê” hatin nirxandin. Me xwe gihand Pisporekî Xizmetên Civakî û wî jî anî ziman ku heya niha wezaretê ji bo piştgiriyê pereyekî kêm dide malbatan û wiha axivî: “Dema ku em li dayîna 50 hezar lîreyan dinêrin Wezaret dikare însiyatîf bigire û pereyekî wiha bide. Dîsa jî pereyekî wisa heta niha nehatiye dayîn. Lê 250 hezar lîre rasterast perê xwînê ye. Heman tişt ji bo 34 kesên ku li Qilebanê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû dîtin. Malbat dibe ku dest nedin vî pereyî lê pere bêyî wan ji wan re hatiye şandin. Bi awayekî aşkere ev pereyê xwînê ye. Ev ji bo malbatan bêdeng bikin tê kirin”