Selahattîn Encu hat binçavkirin 2022-08-23 20:07:15     ŞIRNEX- Selahattîn Encu, bavê Şivan Encu ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû, hat binçavkirin.   Li Rihayê Selahattîn Encu, bavê Şivan Encu ku di komkujiya Roboskiyê de tevî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, hat binçavkirin. Polîsan Encu bir Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Nehat hînbûn bê ka Encu ji bo çi hatiye binçavkirin.