Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin 2022-08-24 08:55:25   ŞIRNEX - Li Hezexê mêrê bi navê Hasan Karaaslan hevjîna xwe û 3 keçikên xwe qetil kirin.   Li taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê duh şevan mêrê bi navê Hasan Karaaslan hevjîna xwe Leyla Karaaslan û zarokên xwe Derya (17), Melek (16), Şerîfe (13) qetilkirin. Li ser agahiya kesên li derdorê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate hîn bûn ku Karaaslan ê demekê ji holê winda bû, teslîmî miduriyeta polîsan bûye.    Cenazeyê dayik Karaaslan û her 3 zarokên wê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Tê payîn ku îro her 4 cenaze bên definkirin.