Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in 2022-08-24 09:07:03   MÊRDÎN - Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze Rêvebiriya Xweser teslîm bigire û got, berpirsên van êrişan Rûsya, DYA û Koalîsyona Navdewletî ne.    Tirkiye tevî hêzên paramîlîter hema bibêje her roj êrişê dibe ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gel van êrişan desthilatdariya AKP-MHP’ê jî li ser hev daxuyandiyan dide û bi êrişên hîn berfirehtir gefê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Her wiha rayedarên desthilatê ji bo erêkirina êrişan li ser hev hevdîtinan bi rayedarên Rûsya, Îran û DYA’yê ra dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li hemberî van êriş û gefên Tirkiyeyê destnîşan dike ku "dê mafê parastina rewa bê bikaranîn."   Rojnameger Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêm û êrişên Tirkiyeyê nirxandin.    ‘RÛSYA Û KOALÎSYON JÎ BERPIRS IN'   Bîlgîn anî ziman ku Tirkiye ev demeke rêbaza êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guherandiye û got: “Êrişên bi armanca komkujiyê tên kirin. Ev êriş, di sala 2020'an de li hemberî jinên pêşeng ên endamên Kongreya Starê Zehra Berkel, Emîne Veysî û Hebûn Mele Xelîl dest pê kirin. Ev 3 jin li Kobanê di êrişên hewayî de şehîd bûn. Piştre di sala 2021’ê de li Kobanê mala ku Abdullah Ocalan li dima hedef hat girtin. Bi van her du êrişan re, êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên bi SÎHA û Amûrên hewayî yên Bêmirov (ÎHA) li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Bi van êrişan paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef hat girtin. Jinên pêşeng, jinên ku DAIŞ têk birin, jinên ku ji cîhanê re bûn mînak hedef hatin girtin. Ji wê rojê heya niha êriş nesekinîne. Ne êrişên bi SÎHA'yan ne jî bombebaran. Her wiha suîqest jî tên kirin.”   Bîlgîn bilêv kir ku êriş ewilî li Kobanê dest pê kirin, sedema vê jî ew e ku Kobanê cihê ewil ê têkşikîna DAIŞ'ê ye û Xweseriya Demokratîk ewilî li vir bi ruh û can bû. Bîlgîn got: "Ji ber ku ev yek di nava dewleta tirk de wekî ukdeyê maye, îro bi SÎHA'yan Kobanê dike hedef. Beriya van êrişan DAIŞ’ê êriş dikir. Hewl dida ku pêşengên şoreşê şehîd bixîne. Dixwest kdi nava gel de komkujiyekê bike. Ev armanc û hewldan jî ji aliyê QSD’ê ve hatin astengkirin. Lê niha Tirkiye vê yekê dike. Ev ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin. Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navdewletî jî ji van êrişan berpirsyar in."   ‘BÊ DESTÛR AMÛREKE HEWAYÎ JÎ NIKARE BIKEVE HERÊMÊ'   Bîlgîn da zanîn ku bêyî destûra hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê balafirek jî nikare têkeve herêmê û got: “Dema ku balafirek dewleta tirk bikeve herêmê, haya Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikûmeta Şamê jê heye. Ji şerê Girê Spî û vir ve ev herêm di bin berpirsyariya hikûmeta Şamê û Rûsyayê de ne. Lê belê ev êriş nesekinîn. Heta niha ne ji Şamê ne jî ji Rûsyayê ne jî ji Koalîsyona Navdewletî kesî tu bersiva van êrîşan nedaye. Çendî leşkerên hikûmeta Şamê dibin hedef jî. Ne bersiveke bi heman awayî hatiye dayîn ne jî daxuyaniyek fermî hatiye dayîn ji aliyê hikûmeta Şamê." Bîlgîn bilêv kir ku bi taybetî piştî hevdîtinên li tax û kolanan êriş pêk hatin û got: “Niha Dirbesiyê, Amûdê, Qamişlo û Kobanê dibin hedef. Berê ev der dihatin bombebarankirin, lê ne bi qasî niha. Li vir hem leşkerên Şamê hem jî yên Rûsyayê hene. Lê belê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn."   Bîlgîn anî ziman ku di du hefteyên dawî de êrişên bi SÎHA'yan gelekî zêde bûne û got, piştî hevdîtina li Soçî û Tehranê Tirkiye destûra êrişan wergirtiye. Bîlgîn bibîr xist ku yji fermandarên pêşeng ên şerê li dijî DAIŞ'ê de Jiyan Tolhildan di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, Bîlgîn bilêv kir ku Tolhildan jî di nava wê şandeyê de hebû ku bi Koalîsyona Navneteweyî re hevdîtin pêk anîbû û got: "Koalîsyona Navneteweyî jî beriya niha peyameke şermezarkirinê weşand. Ev ne bes bû."   ‘DIXWAZIN QIRKIRINÊ BIKIN'   Bîlgîn bilêv kir ku di hevdîtinên li Tehranê de derketiye holê ku Tirkiye hewl daye ku vegere têkiliyên xwe yên beriya 2011’an ên bi hikûmeta Şamê re û got: “Li vir bingeha hevdîtina Tirkiye û hikûmeta Şamê hat avêtin. Armanca Rûsyayê û Îranê ev bû ku Tirkiye û hikûmeta Şamê bînin ser heman maseyê. Îran jî li dijî Xweseriya Demokratîk radibe. Belê, ew bi dengekî bilind li ber êrişên Tirkiyeyê radibe, lê dixwaze Tirkiye û Sûriye bi hev re tevbigerin. Sûriye, dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak bibe. Rûsya jî dixwaze bigihê van armancan. Ji ber vê sedemê Rûsya li Soçiyê ji Tirkiyeyê re got, “Têkiliya xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re baştir bikin.' Armanca vê çi ye? Li vir dixwazin li herêmê Mutabaqata Edeneyê ji nû ve pêk bînin. Wekî hûn dizanin di sala 1998’an de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de Peymana Edeneyê hat îmzekirin û piştî vê peymanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji Sûriyeyê derket. Gelek kes şehîd ketin. Gelek jê hatin girtin û radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Îro jî dixwazin tiştekî bi wî rengî bikin. Bi taybetî jî dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê bikin. Yanî li dijî Rêvebiriya Xweser, li dijî gelê herêmê dixwazin pêvajoyeke nû ya qirkirinê bidin destpêkirin."   DIXWAZIN RÊVEBIRIYA XWESER TESLÎM BIGIRIN   Bîlgîn anî ziman ku Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan di dema êrişên li hemberî Kobanê de bi rayedarên Şamê yên Sûriyeyê re hevdîtinan dikir û got: “Dixwazin van hevdîtinan xurttir bikin. Her wiha têkilarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îstîxbaratê kom dikin. Tenê hikûmeta Sûriyeyê bê îstixbrataê ande. Ji DYA û Rûsyayê jî îstîxbaratê digirin. Bi vî awayî êriş dikin. Dixwazin gelê kurd, gelên herêmê qir bikin." Bîlgîn destnîşan kir ku nakokiyên di navbera komên çekdar ên bi navê "Muxalefeta Sûriyeyê" û Tirkiyeyê de ji ber bertekên li hemberî van hevdîtinan derketiye holê û wiha got: "Tirkiye dixwaze çeteyan radestî hikûmeta Şamê bike. Ji ber vê yekê Erdogan di rêya Soçiyê de silava Rabîayê şand. Ev silav ji çeteyan re bû. Ji ber ku ne diyar e dê kengî wan bifroşin. Êdî nizanin ê çi bikin ji van çeteyan. Yan dê wan bikin şerê li hemberî gelê kurd û tune bikin yan jî wan wekî terorîst radestî hikûmeta Şamê bikin. Heta ku muzakereyên di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de berdewam bikin, helbet hikûmeta Şamê jî dê van çeteyan bixwaze. Her wiha li ser Idlibê jî guftûgoyê dikin. Di Peymana Soçiyê de ji Tirkiyeyê hat xwestin ku Idlibê radestî hikûmeta Şamê bike. Lê nehat kirin. Niha jî dixwazin dewleta tirk çeteyên xwe ji Idlibê derxe. Tirkiye beriya vê doza çi dikir? Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî berfireh. Bi vî awayî dixwazin Rêvebiriya Xweser teslîm bigirin."   HÊZÊN MILÎTARÎST   Bîlgîn anî ziman ku bi salan e bûne şahid ku civînên ku rayedarên Rêveberiya Xweser ne tê de li Sûriyeyê nebûne cihê çareseriyê ye û wiha dewam kir: “Krîz her roj kûrtir bû. Armanca wan ew e ku vê krîzê hîn zêdetir kûr bikin. Bi taybetî jî armanca dewleta tirk ev e; dixwaze vê krîzê hîn bêtir kûr bike û gelê herêmê radest bigire. Dixwaze bi koçberkirinê radest bigire ku çeteyên xwe li vir kom bike. Di sala 2019’an de dema dewleta tirk nexşerêya wê dagirkeriyê nîşan da, bi desteka TOKÎ’yê armanc dikir ku van herêman bike devera çeteyan. Ev armanc hê jî didome. Çeteyên li Efrîn, Serêkanî, GrêSpî, Ezaz, Bab û Cerablûsê ev yek dîtin, lewma li dijî vê îhtîmalê rabûn ser pêyan. Her kesî dît ku bê çawa alaya tirk şewitandin. Li dijî dewleta tirk dirûşme berz kirin. Lê pir dirêj dewam nekir. Sedem destwerdana Enqereyê bû. MÎT’ê mudaxele kir. Dewleta tirk bi xwe jî mudaxele kir û serîhildanê rawestand. Çete jî nizanin dewleta tirk wê kengî wan bifiroşe. Ji ber vê serî radikin."   Bîlgîn destnîşan kir ku di çrişa gengaz a Tirkiyeyê de wê rewşeke ji ya ji êrişên berê pir cudatir rû bide û got: “Di van şeran de gelek tecrûbe hatin bidestxistin. Fermandarên leşkerî yên herêmê jî vê yekê dibêjin. Dê ne wekî berê be, eger êriş dest pê bikin dê peymanên di navbera Amerîka, Rûsya û hikûmeta Şamê de yên bi QSD’ê re betal bibin. Hêzên QSD’ê biryar girtiye ku ger êrişî herêmê bê kirin dê li her derî şer bike. Dewleta tirk jî dizane ku wê nikaribe ji bin vê yekê derkeve. Ji bo vê jî bi êriş û bombebaranên bi SÎHA'yan hewl dide binesaziya xwe amade bike. Dixwaze tu kes li herêmê rê li ber van êrişan negire. Lê bi ser nakeve. Ji ber ku berxwedan bûye parçeyek ji jiyana gelan.”   ‘GEL XWE BIRÊXISTIN DIKE'   Bîlgîn anî ziman ku tirsa sereke ya Tirkiyeyê qebûlkirina statuya herêmê ye û got: "Çawa ku ji statuya Başûrê Kurdistanê ditirse, bi heman awayî ji statuya herêmê jî ditirse." Bîlgîn da zanîn ku Tirkiye li bendê ye ku bi êrişên xwe gelê herêmê bitirsîne, koçber bike û wan li ber Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rake ser pêyan û got: “Bi vî rengî dixwaze bi hêsanî herêmê dagir bike. Êrişên xwe bi vê mantiqê pêk tîne. Ev hemû li ber çavên hikûmeta Şamê û Rûsyayê diqewimin. Lê gel van pêkanînan qebûl nake. Gel bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan dide." Bîlgîn bilêv kir ku gelê herêmê li hemberî êrişan xwe bi rêxistin kiriye û got: “Çawa bi berxwedanê DAIŞ têk çû, niha jî bi biryar in ku dê ku dewleta tirk û çeteyên wê jî bi heman awayî têk bibin. Amadekariyên xwe dikin. Mewziyên xwe çêdikin. Sitargehên xwe çêdikin. Li hemberî êrişeke gengaz, li hemberî dagirkeriyê xwe perwerde dikin."   MA / Ahmet Kanbal