Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-08-24 11:39:04   ENQERE - 6 kesên ku li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal, li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin tişt parve kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Di encama serdagirtina malan de duh li Enqereyê 6 kes bi hinceta ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hin tişt parve kiribûn, hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê yên 6 kesan qediyan ew bi tewanbariya “Propagandaya rêxisinê”, “Endamtiya rêxistinê”, “Piştgiriya rêxistinê”, “Ser navê rêxistinê xebat meşandin”, şandin dadgehê. Dadgehê 6 kes bi şertê kontrola edlî berdan.