Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin 2022-08-24 12:19:43   AMED - Cenazeyê zarokê 10 salî ku 3 roj berê ji ber germê ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin.    Roja duşemê zarokê bi navê Amed Donat li rasta Bexçeyên Hewselê a navçeya Sûra Amedê ji ber germê ketibû Çemê Dîcleyê û winda bûbû. Piştî lêgerîna 3 rojan ên li qadeke ku 3 kîlometreyan de dihat meşandin, cenazeyê Donat hat dîtin.    Cenazeyê Donat ji bo karûbarên otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.