Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê 2022-08-24 12:45:03   AMED - Yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî ku di Nobeta Edaletê ya li Amedê de axivî, bi lêv kir ku her roj girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin û got ku divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dane destpêkirin, di roja 281'an de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya 78'an piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘HER ROJ GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DIDIN’   Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî bi lêv kir ku partiyên siyasî heta niha daxwazên wan neanîne rojeve û tevî ku 10 meh in di çalakiya edaletê de ne jî daxwazeyên wan nehatine bicih. Merwanî, da zanîn ku partiyên sîyasî ew tenê hiştine û wiha got: “Em dev ji wan daxwazên xwe bernadin. Heta ku girtiyên me di vî halî de bin em ê çalakiya xwe bidomînin. Daxwazên me, ew e ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane bên berdan. Ev yek dijî hiqûqê ye. Hemû civak di xwestekên me de hevpar in. Her roj girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê. Ji ber wê yeke em carek din bang li partiyên siyasî dikin.”   Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bûn.