Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin 2022-08-24 15:30:43   WAN - Girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin.    Girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 80 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin. Makbule Ozer (80) a ku di 9’ê gulanê de li navçeya Artêmetan a Wanê bi hinceta “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hêj jî li girtîgehê tê ragirtin.   Parêzerên Ozer a nikare tenê pêdiviyên xwe pêk bîne û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bûne, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozer serî li dozgerê berpirsyar da. Hate hînbûn ku piştî serlêdanê Ozer duh sewqî ATK’ya Stenbolê kirine. Tê payîn ku kirariyên ATK’ê yên Ozer di nava hefteyê de bi dawî bibin.    Di 2’yê tîrmehê de ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê Ozer rakiribûn nexweşxaneyê.