Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin 2022-08-24 16:54:11   RIHA - Meclisa Jinan a KESK’ê tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû û gotin: “Têkoşîna dayika Emîne Şenyaşar ji bo her kesê ku mafê xwe digere rêbereke.”   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 534’emîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ket rê û hat li pêşiya Edliyeyê û di têketina edliyeyê de dest bi çalakiya xwe kir. Her roj rêxistinekî saziyên sivîl ên demokratîk tev li çalakiya nobeta dibin. Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê îro tev li çalakiyê bû. Malbat serê sibê li têketina edliyeyê de dest bi çalakiyê kir lê bi hatina Endamên Meclisa Jinan ên KESK’ê derbasî “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” bûn. Jinan li vir malbatê bi çepikan pêşwazî kirin. Malbat ev dovîz danî ser barîkatên li pêşiya edliyeyê: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 534’emîn de ye.”    ‘SEMBOLA JI BO HERKESÊ KU LI EDALETÊ DIGERE YE’   Berdevka Demê ya Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Esra Adem Han, diyar kir ku di demên dawî de zextên desthilatê zêde dibin û wiha got: “Di encama êrişên bi xwîn de pêvajoya darazê bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatin birêvebirin. Lê dayika me ya Emîne û malbata Şenyaşar li dijî vê yekê li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê da destpêkirin. Nobeta ku dayika Emîne daye destpêkirin ji bo herkesên ku heq û edaletê diğerin semboleke, ronahiyeke û rêbereke.”   ‘EM LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ HATIN VIR’   Ademhan, bi lêv kir ku weke jinên KESK’î dê şopdarên pêvajoyê bin û wiha axivî: “Dayika Emîne, dema li edaletê diğere, neheqî lê tê kirin û hewl tê dayîn wê ji cihê wê bikin. Em li dijî vê bêhiqûqiyê hatin vir. Heta ku edalet pêk were çi pêwîst be em ê bikin.”   BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DAN   Emîne Şenyaşar, di vê navberê de bi gotinên “Çima hûn qet neketin pey qeydên li nexweşxaneyê. Çima wê roja ku komkujî pêk hat we qeyd nekir hûn niha tên me dikişînin” bertek nîşanî polîsên dîmen dikişandin da.