Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin 2022-08-24 19:25:24       ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê Leyla Karaaslan û her 3 zarokên wê yên ku ji aliyê Hasan Karaaslan ve hatin qetilkirin, li cem hatin definkirin.   Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan duh bi şev hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kirin. Cenazeyê dayik Karaaslan û her sê zarokên wê piştî rapora otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Şirnexê hatin wergirtin. Rêxistina HDP’ê ya Hezexê û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn.    Her 4 cenaze li goristana gundê Telêle yê girêdayî bajaroka Deştadarê li cem hev hatin definkirin.