ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-25 09:00:01     * Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku polîtîkaya dij-kurd kiriye ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike û got: "Esed, dê di demeke kurt de gavên ji bo xurtkirina Erdogan neavêje."   * Di çarçoveya îfadeya şahid Kezîban Kûdayê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Çekdar Bûdak de doz hat vekirin.   * Li gundê Lîçikê yê Kanîreşê qirkirina daristanê di roja 38’an de didome. Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê Canfidal Boldaş anî ziman ku ji bo hestiyariyê divê hemû derdorên teknîkî û saziyên civaka sivîl peywirê hilgirin.   * Hevserokê Çûkûrova Goç-Derê Derûnnas Mesût Aslan zêdebûna pêgirtîbûna tiryakê ya di nava ciwanên kurd de wekî êrişeka taybet nirxand û got: "Têkoşîna herî mezin a di vî warî de ya ciwanan, rêxistinbûn e."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 534'emîn de berdewam dike.   * Songul Îlker ji bo bal bikişîne ser rewşa kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran Ekîm Polat ku di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, dê li pêşiya girtîgehê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomîne. (10.00-16.00)   * Malbatên girtiyan, dê di roja 282'yemîn ya çalakiya Nobeta Edaletê de li pêş Edliyeya Amedê werin gelhev. (11.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên di rojevê de dê li Buroya Danişînê ya Navenda Giştî a DBP ya Amedê dê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (11.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD'a Mêrsînê têkildarî qedexekirina konsera wan a di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de organîze dikir dê li Parka Ozgur Çocuk daxuyeniyê bide. (12.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 104'emîn de dê li pêş Edliyeya Bayrakliyê berdewam bike. (13.00-16.00)