Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin 2022-08-25 12:16:55   WAN - Rojnamevan Nedîm Turfent ê girtî, ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa K-1 a Depa Xarpêtê hate kirin   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihate ragirtin, bi daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa K-1 a Depa Xarpêtê hate kirin. Tê payîn ku Turfent ê pêr hatiye sewqkirin di meha mijdarê de were berdan.     8 SAL Û 9 MEH CEZA LÊ HATIBÛ BIRÎN   Rojnamevan Nedîm Turfent, piştî qedexeya derketina derve li navçeya Gevera Colemêrgê hatibû ragihandin, ji ber binpêkirinên mafan ên li wir diqewimîn kirin nûçe, di hesabên medyaya dîjîtal ên leşker û polîsan bikardianîn bi kuştinê gef lê hatibû xwarin û hatibû hedef girtin. Turfent ê di 13’ê gulana 2016’an de hate girtin bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin. Di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hatibû dîtin de ji 24 şahidan 13’an gotibû ku dema wergirtina îfadeyê de îşkence dîtine û bi darê zorê îfade dane. 10 jê vekirî yek jê nepen ji 11 şahidan 4’an jî diyar kiribûn ku di bin îşkenceyê de kaxiz bi wan dane îmzekirin. Tevî van hemûyan jî Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Turfent birî bû.