Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-08-25 17:18:05   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Malbatên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li pêş Edliyeya Îzmîrê çalakî kirin, diyar kirin ku wê lêgerîna wan edaletê bidome.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 104’emîn de li pêş Edliyeya Îzmîrê ya li Bayrakliyê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balçova û Foçayê piştgirî dan malbatan.    ‘BILA ZILM BI DAWÎ BIBE’   Yek ji malbatên girtiyan Hanîfe Gumuş, diyar kir ku 104 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û wiha got: “Em weke dayikan di bin barana zivistanê de di bin tava havînê de li vir in. Em dixwazin zilma li zarokên me tê kirin bi dawî bibe. Zarokên me di girtîgehê de nexweş dibin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyan berdin. Mafên zarokên me nayên nasîn. Axaftina wan a bi telefonê ku mafê wan ê herî xwezayî jî tê astengkirin. Mafê hevdîtina bi dîmen didin girtiyên edlî lê çima nadin zarokên me.”   DENİZLİ   Çalakiya rûniştinê ku Songul Îlker têkildarî rewşa tenduristiya kurê xwe girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, daye destpêkirin di roja 11’an de berdewam dike. Îlker, di çalakiyê de wiha axivî: “Bila astengiyên li pêş dermankirina kurê min bên rakirin. Bila canekî din neyê qetilkirin. Bila mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş û kurê min bê nasîn.”