Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin 2022-08-25 20:17:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di vê meha dawî de li bajarên Sine û Urmiyeyê yên Îranê 52 kes hatine girtin, 7 kes hatine darvekirin û 6 kolber jî hatine kuştin.   Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, binpêkirina mafan ên di navbera 22'yê Tîrmehê û 2'yê Tebaxê de li Îranê rû dane ragihandin.   Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di meha dawî de li bajarên Sine û Urmiyeyê yên Îranê 52 kes hatine binçavkirin û girtin û ji van kesan 7 kes jî şandine girtîgehê û 10 kes jî bi awayekî demkî hatine berdan. Lê aqûbeta yên din nayê zanîn.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên Îranê ji bilî astengkirina sersaxiya Hevserokê KODAR’ê yê berê Rêzan Cawîd ya li Mehabatê, ji bo îfadeyê gazî dayîka wî û birayê wî jî kirine û gotine, “Hêzên ewlehiyê zext li malbata şehîd Rêzan Cawîd kirine ku tevlî bernameyeke televîzyonê bibin û bibêjin berpirsê şehadeta wî PJAK e."    Li gorî vê raporê, 7 welatiyên kurd bi “sûcê kuştina bi qesdî û sûcên tiryakê" hatine darvekirin.    Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kiriye ku li Kirmaşanê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin û 6 karker jî di bûyerên kar de jiyana xwe ji dest dane.   Herî dawî di raporê de hatiye ragihandin ku di meha dawî de 5 welatî ji ber teqîna mayinan birîndar bûne.