Li Wanê şivanek mirî hate dîtin 2022-08-26 09:29:25   WAN - Mehmet Kaya yê li navçeya Bêgiriyê şivantiyê dike mirî hate dîtin. Têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin.    Mehmet Kaya yê li gundê Korsot ê li navçeya Bêgiriya Wanê şivantî dikir li cihê ku pezê xwe lê diçerand mirî hate dîtin. Hate hînbûn ku Kaya bi çekê hatiye kuştin. Cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin.