TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e 2022-08-26 11:02:51 MÊRDÎN - ÎKK’a TMMOB’ê ya Mêrdînê rapora xwe ya derbarê qezaya Dêrikê aşkera kir û destnîşan kir ku divê meyla rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ji sedî 3 be, lê gihaştiye ji sedî 10’ân. TMOOB'ê diyar kir ku divê rê ji hatin û çûna TIR’an re were girtin.    Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê rapora qezayê ya 20’ê tebaxê ya 2 TIR’ên ji Fabrîkaya Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê ku li Dêrika Çiyayê Maziyê bibû sedema qetilkirina 21 welatiyan, aşkera kir. TMMOB’ê di rapora xwe ya nivîskî de bal kişand ser Fabrîkaya Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê û ev tişt gotin: “Qezaya hatiye jiyîn encamekî pergala sermayayê ye.”    TEKER NIKARIN XWE LI BER BARÊ GIRAN BIGIRIN   Di raporê de hat destnîşan kirin ku cihê ku bûyer qewimî, rê bivîraj e, navbera dîtinê kêm e û tiştên ku ji dîtina ajokar asteng dikin hene de ev tişt hatin gotin: “Wesayîtên barên wan giran beriya niha jî gelek caran bûn sedema qezayan û tevî ev yek dihat zanîn, tu bergirî nehatin girtin. Di îfadeyên ajokaran de tê gotin ku frenên TIR’an teqiyane û nesekinîne. Lê di girtekan de hatiye destnîşankirin ku li ser rêyê şûna tekerê ya ku fren girtiye heye û ev gotin di girtekan de wiha hatiye gotin: “Tekerên ku nikarin xwe li ber giranahiya vî barî bigirin bikêr nayên û tê dîtin ku tekera rastê ya TIR’ê li ser hesinê jantê zîviriye. Di erebeyan de pergala frêna hewayî heye, dema di pergala hewayê ya wesayîtê de pirsgirêkek hebe frên xwe otomatîk asê dikin.   BERGIRÎ NEHATIN GIRTIN   Di raporê de hat gotin ku roja ku li ser rêyê xebat dihat kirin jî bi qasî ku pêşiya qezayan bê girtin lewheyên hişyariyê kêm in û ev tişt hatin gotin: “Piştî qezaya yekem çêbû rayedarên berpirsyar tevdîrên ewlehiyê negirtine, herikîna trafîkê wek bêkontrol berdewam kiriye, tu bergiriyên ku pêşî li qezayan bigirin nehatine girtin û saziyên têkildar berpirsyariya xwe bi cih neanîne.”    DIVÊ JI TIR’AN RE WERE GIRTIN   Di raporê hat destnîşan kirin ku Midûriyeta Giştî ya Rêyan (KGM) ji bo rêyên du alî tenê destûr dide meyla ji sedî 3’yê û ji bo qezaya Rêya Dêrika Çiyayê Maziyê û Şemrexê ya ku meyla rê digehije ji sedî 10’an de ev tişt hatin gotin: “Meylên zêde ji bo wesayitên giran pirsgirêkeke cidî ye. Ji ber vê yekê divê riya Dêrika Çiyayê Mazî ji hatin û çûyîna TIR û wesayîtên giran re were girtin. Sererastkirina TIR û wesayîtên giran di sala 2021’an de hat erêkirin lê hê jî hatin û çûyîn li ser vê rêyê tê kirin. Divê rêya derdorê bê çêkirin û meyla rê jî dakeve asta herî ewle.”    Di raporê ev pêşniyar hatin rêzkirin:   “* Ji bo TIR’ên ku tên, divê rampeya revînê bê çêkirin.   * Ji bo leza TIR’an kêm bike hewzên hureberkan werin çêkirin.   * Di dawiya hewzên hureberkan de ji bo darbeyên kêm bikin derbebir werin çêkirin.    * Di vîrajan de meyla rê bê daxistin.   * Ji bo dîtina rê astengiyên li ser rê werin rakirin   * Rêya derdor a Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ya ku projeya wê 18 meh berê hatibû erêkirin, bê çêkirin.”