Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê 2022-08-26 12:30:42 STENBOL - Endama Jin Bi hev re Bihêz in Ferîde Eralp, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûkê “cînayet e” û wiha got: “Heke em nexwazin bibin şirîkê vî sûcî, divê em bi dengê herî bilind bixwazin ku Aysel Tûglûk were berdan.”   Rewşa tenduristiya girtiya nexweşa giran Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin her ku diçe xerab dibe. Bertekên li dijî astengkirina neberdana Tûglûk ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî dike, tên dayîn didomin. Endama Jin Bi hev re Bihêz in (KBG) Ferîde Eralp, diyar kir ku divê Tûglûk bê lebê belê demildest bê berdan.    POLÎTÎKAYÊN KÎN Û TOLHILDANÊ   Eralp, bi lêv kir ku desthilat û dewlet li dijî Tûglûkê polîtîkayên “kîn” û “tolhildanê” bi rê ve dibin û wiha got: “Ji roja Aysel Tûglûk bi nexweşiya demansê ketiye ve ji bo berdana wê em têdikoşin. Berdin tedawî bûnê ne pêkane ku Tûglûk jiyana xwe bidomîne lê hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Tevî ku derbarê wê de biryara berdanê hatiye dayîn jî girtina wê ya girtîgehê îşkencey e, cînayet e. Em vê qet qebûl nakin.”   BIRYARÊN SIYASÎ YÊN ATK’Ê    Eralp, destnîşan kir ku neberdana Tûglûkê ya tevî biryara berdanê, berdewama polîtîkayên dijmina ne û wiha berdewam kir: “Tevî ku di demê xwe de li dijî mirovahiyê sûc kiribûn jî em bûn şahidê berdana Çevîk Bîr. Bi rastî jî girtîgeh ne cihê girtiyên nexweşên giran e. Lê mixabin 500’an zêdetir girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de tên ragirtin. Zêdetirî van girtiyên siyasî ne. Tevî ku raporên gelek ji wan ên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ hene jî nayên berdan. Tûglûk jî yek ji wan e. Ji ber biryarên siyasî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) Tûglûk hêj di girtîgehê de ye. Em dibînin ku dadgeh jî dibin şirîkê vî sûcê ATK’ê.”   ‘EM BI HÊRS IN VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’   Eralp, da xuyakirin ku dema mijar dibe kurd nefreteke piralî dikeve dewrê û wiha lê zêde kir: “Aysel Tûglûk ew kes e ku siyaseta mûxalîf dike û li dijî polîtîkayên şaş ên hikûmetê helwestê nîşan dide. Ji ber vê yekê, nefreta dewlet û hikûmetê ya li hemberî gelê kurd, jinan û bi taybetî jinên têdikoşin, serî natewînin û bêdeng namînin, li vê derê radixe pêş çavan. Ji ber ku ev hemû di Aysel Tûglûkê de dibin yek, tevî biryara berdanê jî, dewlet û daraza bûye siyasî qebûl dikin ku ji ber sûcekî din li girtîgehê bê hiştin. Dewlet û desthilatdarî dema mijar dibe jin, jinên kurd polîtîkayên cihêkar dimeşîne. Em dibînin ku ya li Aysel Tûglûk hatiye kirin ev e. Em gelekî bi hêrs dibin, em gelekî xemgîn in û em vê qet qebûl nakin.”   DIVÊ BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN   Eralp, qala girîngiya hevgirtina bi girtîhan re ku zext û binpêkirinên mafan lê zêde dibin û ragihandin dengê girtiyan a derve kir û wiha pê de çû: “Gotineke Gultan Kişanakê hebû; digot ‘divê haya kesên li derve ji girtîgehan hebe’. Bi rastî jî em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin. Pêwîstî bi vegotina rewşa girtîgehan ji raya giştî re û meşandina têkoşîna mafên mirovan a têkidlarî vê yekê heye. Tevgera jinê jî perçeyekî vê yekê yê girîng e.”   NE MIRIN CÎNAYET E   Eralp, bal kişand ser mirinên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûn û mirinên li girtîgehan diqewimin weke “cînayet” penase kir. Eralp, destnîşan kir ku dewlet li dijî girtiyan “polîtîkayên mirinê” bi rê ve dibe û wiha domand: “Bi taybetî Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê yê bingehîn. Ji bilî vê bi îşkenceyeke psîkolojîk re rûbirû dimînin. Ji her girtiyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dide di berpirsyartiya dewlet û desthilatê de ye.”   ‘NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’   Eralp, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Her deqîqeya ku di girtîgehê de derbas dike qesta canê wê ye. Dadgeh, desthilata siyasî, ATK û saziyên tenduristiyê ku ji bo bê berdan rapora nadin qesta canê Aysel Tûglûk dikin. Heke em jî weke civak û jin nexwazin bibin şirîkê vî sûcî divê bi dengê herî bilind bixwazin ku Aysel Tûglûk demildest were berdan. Jin, parazvanên mafên mirovan dengê xwe bilind dikin lê ev ne tenê meseleya me ye. Divê bibe derdê her kesên ku dixwazin weke mirovan bijîn. Ji ber vê yekê ez bang li herkesî dikim ku Aysel Tûglûk were berdan.”   MA / Esra Solîn Dal