Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin 2022-08-26 15:08:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyekî din jî yê di êrişa Tirkiyeyê ya bi SÎHA'yê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.     Di êrişa Tirkiyeyê ya 24'ê tebaxê ku li ser Til Rifata Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yê pêk anîbû de 3 kes hatibûn qetilkirin, 6 kes jî birîndar bûbûn. Li gor agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) welatiyê bi navê Zuher Ebdulrehman ku di êrişê de birîndar bûbû û tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.