ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-27 09:00:14     * NÇM, dê di 28'ê Tebaxê de li Şîşliyê ji bo rojnamevanên girtî şeva hevgirtinê li dar bixe. Hunermendan ji bo beşdariyê bang kir: Em dixwazin nîşan bidin ku rojnamevan ne bêxwedî ne."    * Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû ku bal kişand ser helwesta niha ya CHP'ê ya ji bo projeya "Rêya ODTU"yê ku CHP'ê berê ji her kesî bêtir bertek nîşanî wê dida, got: "Rêya rantê niha bûye rêyeke ku Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Milletê bi hev re ji bo wê xwe li nedîtinê datînin."    * Şaredariya Îdirê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi xebata xwe ya li taxên Ozgur, Pîr Sultan Abdal, Emek û Karaagaçê ku dixwaze van deran têxe ber îmarê û bi xala 18'an a Qanûna Îmarê gel mexdûr dike.    * Ji rêvebirên Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav de têkildarî 5 serlêdanên baroyê, li benda parastina Tirkiyeyê ye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 537'emîn de berdewam bike.   *  Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD’ê yên şaxên Amed, Êlih û Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar bixin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û daxwaza cezakirin faîlan bikin dê çalakiya xwe di hefteya 908’emîn de bi rêya online li dar bixin. (12.00)    * Parlamenterên HDP’ê dê li Narliya Mereşê serdana esnafan bikin û civîna gel li dar bixin. (12.00-18.00)   * ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 544’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar bixe û bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)