Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye! 2022-08-27 09:02:42   AMED - Ji rêvebirên Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav de têkildarî 5 serlêdanên baroyê, li benda parastina Tirkiyeyê ye.    Baroya Amedê, ji bo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di 10'ê Kanûna 2021'an de dabûn bên pêkanîn, 5 serlêdan kirin li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Lê belê serlêdanên ji bo "Azadiya Raman û Îfadeyê", "Cinayetên Kiryarnediyar û windakirinên bi darê zorê", "Pêkanînên Rewşa Awarte-KHK'yan", "Mafê Xwepêşandana Aştiyane û Azadiya Rêxistinbûnê" û "Qedexeya Mûameleya Dijmirovahî û Îşkenceyê, Cezayê Muebeda Giran" heta niha pêvajoya venihêrînê nehatiye xebitandin. Wekî hincet jî hatibû diyarkirin ku "baro ne di wesfê saziyeke cemaweriyê de ne û ne rêxistineke civaka sivîl in."    Komîteyê di civîna xwe ya 6'ê tîrmehê de vê mijarê daxilî nava rojeva xwe kiribû û biryar girtibû ku baro û saziyên hiqûqî jî dikarin derbarê pêkanîna biryaran û kontrolkirina şert û mercên çareseriya dostane de serlêdanê bikin. Her wiha komîte ji bo vê biryara navborî xala 9.2 ya tuzukê jî guherandibû. Bi vî awayî rê li ber serlêdana baroyên welatên endam a li Komîteyê vebûbû.   SERLÊDANA 'OCALAN-2'YÊ DIHEWÎNE   Baroyê serlêdanên ku beriya biryara Komîteyê kiribûn, cardin dubare kirin. Di nava van biryaran de biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya derbarê cezayê muebeda giran de yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn jî heye.    DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana 2003'yan a parêzerên Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî "Ocalan 2" tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çaçroveya "mafê hêviyê" de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Pêvajo dê di Îlona îsal de bi dawî bibe.    Her wiha serlêdanên baroyê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dihewînin ku ji ber cezayê muebeda giran mafê wan "hêviyê" ji dest wan hatiye kirin.    Endamê Lijneya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr biryara Komîteyê û serlêdanên ku cardin kirine nirxandin. Parêzer Ozdemîr destnîşan kir ku serlêdanên wan, ji ber nepêkanîna biryarên binpêkirina mafan ên DMME'yê hatine kirin. Ozdemîr diyar kir ku doza Ocalan jî di nava van serlêdanan de ye û di serlêdanên xwe de destnîşan kirine ku divê Tirkiye biryarên binpêkirinê yên DMME'yê pêk bîne.    Ozdemîr anî ziman ku li Tirkiyeyê cezayê muebedê "heta mirinê" dewam dike û wiha axivî: "Wekî ku di biryarên binpêkirinê yên DMME'yê de jî hatiye diyarkirin, di çarçoveya 'mafê hêviyê de' piştî wextekê ji bo jinûve darizandinê divê di hiqûqa navxweyî de mekanîzamaya darizandinê bê çêkirin. Pêvajoya înfazeke heta mirinê bi tena serê xwe mayîna di hucreyekê de, têkildarî 'qedexeya îşkence û muameleya xirab a li dijî mirovahiyê' ye û lewma pêwîst e ku rejima Înfaza Ceza ya Tirkiyeyê li ser esasên mafan bê guherandin."    ‘DIVÊ MEWZÛAT BÊ GUHERANDIN'   Ozdemîr destnîşan kir ku wan li gor biryarên DMME'yê doza guhertinên binesaziyî kiriye û wiha got: "Biryarên DMME'yê di wesfê tevdîrên takekesî û giştî de ne û binpêkirinên ji ber mewzûatê yan jî pêkanînê dikarin bi darizandina jinûve û bi pêşniyarên çareseriyê yên binesaziyî bên çareserkirin. Em Baroya Amedê, ji bo pêkanîna van biryarên binpêkirinê, em doza guhertina mewzûatê û guhertina pergala qanûnê dikin. Divê di darizandinên kiryarnediyar û windakirina bi darê zorê de, nirxandina di pênaseya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê kirin û metirsiya demboriyê ji holê bê rakirin. Gava li ser bê sekinandin ku îxracên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de di wesfa mirina civakî de ne, nexwe divê biryara Hamît Pîşkîn bê pêkanîn û bê tespîtkirin ku kiryara îxrackirinê ne hiqûqî ye."    JI TIRKIYEYÊ PARASTIN HAT XWESTIN   Ozdemîr ragihand ku Komîteya Wezîran li wan vegeriyaye û di bersiva xwe de doza parastinê li Tirkiyeyê kiriye û got: "Têkilarî daxwazên me ji Tirkiyeyê parastin hatiye xwestin. Piştî parastina Tirkiyeyê wê nirxandina yekemîn bê kirin."