Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike 2022-08-27 09:03:41 ÎDIR - Şaredariya Îdirê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi xebata xwe ya li taxên Ozgur, Pîr Sultan Abdal, Emek û Karaagaçê ku dixwaze van deran têxe ber avadaniyê û bi xala 18'an a Qanûna Îmarê gel mexdûr dike.    Şaredariya Îdirê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi xebata ku di çarçoveya xala 18'an a Qanûna Avadaniyê de li taxên Ozgur, Pîr Sultan Abdal, Emek û Karaagaçê daye destpêkirin, welatiyan mexdûr dike. Rêvebiriya şaredariyê ku mal û erseyên welatiyên li van taxan bêpere ji wan distîne, tevî hemû nerazîbûnan ??jî dest ji plansaziyê bernade. Welatiyên ku daxwaza wan a ji bo wergirtina heqê mal û erseyan ji aliyê şaredariyê ve hatiye redkirin, ji bo betalkirin û rawestandina vê kiryarê serî li Dadgeha Îdareyê dan.   Endamê HDP'î yê Meclisa Şaredariyê Mûsa Ertecî ku bi tayinkirina qeyûm ji peywirê hatiye îxrackirin, destnîşan kir ku rêvebiriya qeyûm welatiyan mexdûr kiriye.   ‘SERLÊDAN ESAS NAYÊN GIRTIN'   Ertecî destnîşan kir ku welatiyên li van taxan rastî mexdûriyeteke mezin hatine û hemû serlêdanên wan ên ji bo helkirina mexdûriyetê esas nehatine girtin. Ertecî bi lêv kir ku plana ku rêvebiriya qeyûm wê pêk tîne li dijî welatiyan e û got: “Bi plana qeyûm, li Taxa Ozgurê wê nêzî 200 malên welatiyan bên xerakirin. Her wiha şaredarî bedêla van xaniyan jî nade. Welatî ji aştiya îmarê ya di sala 2018'an de hat çêkirin sûd wergirtin, lê belê rêvebiriya qeyûm vê rewşê jî esas nagire."   ‘AVA ME BIRÎN'   Adem Açilan ê li Taxa Ozgurê dijî jî diyar kir ku li taxa wan pirsgirêka îmarê bi salan e didome. Açilan bilêv kir ku qeyûmê tayinî şaredariyê hatiye kirin soz dabû welatiyan ku dê vê meseleyê çareser bike, lê qeyûm bûye sedema pirsgirêkên hîn mezintir û got: "Niha xaniyên me xera dikin, darên me dibirin, bi awayekî bêserûber di nava erdên me de rêyan çêdikin. Em li vir cotkariyê dikin, lê rêvebiriya qeyûm ava me birî. Negotin bê ji ber çi av birîne."    CEZAKIRIN   Açilan diyar kir ku nifûsa taxê bi qasî 13 hezarî ye û got: "Sedema ku ew qas bi ser vê taxê de diçin ew e ku piraniya wê piştgiriya HDP'ê dikin. Bi vî awauî taxê mexdûr dikin. Dibêjin ew ê mexdûriyeta taxê hel bikin, lê nakin. Ji sedî 50'yê taxê eraziyê bi tapo ye. Jixwe çêkirina avahiyan jî di navbera eraziyên xezîneyê de hatiye çêkirin. Piraniya kesên li vir ji gundên xwe koçber bûne. Berê gelê vê derê sûd ji aştiya îmarê girtibûn, lê niha şaredarî îmara aştiyê nahesibîne. Bêyî ku pirsgirêkên binesaziyê bên çareserkirin rê tê çêkirin."   MA / Cengîz Ozbasar