Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin 2022-08-27 10:57:53   WAN - Hat destnîşankirin ku gelek girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F tên ragirtin, bi Kovîd-19’ê ketine û nayên tedawîkirin.     Hat diyarkirin ku gelek girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind tên ragirtin, di nava mehekê de bi Kovîd-19’ê ketine. Li gor agahiyên malbatên girtiyan parve kirin, girtî bi koronayên ketine lê hem nehatine tedawîkirin hem jî dermanên pêwîst nedane wan. Hat ragihandin ku girtiyekî ku navê wî nehatiye hînbûn ev 25 roj in ku bi koronayê ketiye, tevî ku testên wî pozîtîf derdikevin wî nabin nexweşxaneyê û di qewişekê de bi tenê tê ragirtin.    Hat zanîn ku gelek girtî koronayê ji ser xwe avêtine û encamên testên koronayê yên gelek girtiyan hê jî  pozîtîf derdikevin. Hat gotin ku li gel li her du girtîgehan korona belav bûye jî rêveberiya girtigehan heyan niha tu tevdîr negirtine.