ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan 2022-08-27 16:11:49   ENQERE - ÎHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweş Ebûbekîr Yûlû li gel biryara sewqkirinê jî nabin nexweşxaneyê û hat xwestin tavilê bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 416’emîn de li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalaki li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan û mafê tedawiyê nayê astengkirin” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebûbekîr Yûlû yê li Girtîgeha Turkogluya Mereşê tê ragirtin.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser nexweşînên Yûlû û ji ber gelek nexweşîn lê peyda bûne û nayê dermankirin êşê dikişîne. Çevîrmen da zanîn ku li gel sewqa wî ya nexwexaneyê hatiye çêkirin jî lê wî nabin nexweşxaneyê û nayê tedawîkirin û ev dibe xetereya ku felc bibe û asteng bimîne. Çevîrmen xwest astengiyên li pêşya tedawiya Yûlû bên rakirin û demildest bê berdan.