Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir 2022-08-27 17:34:58   ŞIRNEX - Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve ji hewayê û bejahiyê ve operasyona eskerî hat destpêkirin.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, arteşa tirk ber bi Çiyayê Cûdiyê ve operasyona eskerî daye destpêkirin. Hat zanîn ku du roj in li herêmê liv û tevgerên hewayî û bejahî hene.    Her wiha hat ragihandin ku gelek wesayîten eskerî ji gundê Avgamasya yê girêdayî Şirnexê ber bi çiyayê Cûdiyê ve çûne.    Li herêmê ji duh ve liv û tevgera eskerî didome.