Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin 2022-08-27 19:31:55   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê encamên 3 rojên destpêkê yên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ragihandin. 27 DAIŞ'î hatine girtine û gelek tunel jî hatine dîtine.    Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên DAIŞ'ê û xilaskirina niştecihên kampê ji terorê, di roja sêyemîn de didomînin. Encamên 3 rojên pêngavê bi vî rengî ne:   ROJA YEKEMÎN   Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa yekemîn bi dawî bûn û belgeyên niştecihên wê beşê hatin nûkirin.   ROJA DUYEMÎN   Di berdewamkirina lêgerînê li beşa yekemîn a kampa Holê de 4 tunelên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin û xitimandin.   Hêzên operasyonê di çarçoveya lêgerîn û şopandinê de li beşa yekemîn a Kampa Holê 27 DAIŞ'î yên şaneyên veşarî girtin.   Hêzên operasyonê di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, tedbîrên ewlehiyê berdewam kirin û li gelek konên beşa yekemîn operasyonên lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn.   ROJA SÊYEMÎN   Di 2 rojên dawîn de, hêzên operasyonê 33 kon rakirin ku DAIŞ'î ew ji bo belavkirina fikrên tundraw, her wiha wekî dadgehên şerîetê bi kar dianîn û tê de hikum û ceza li dijberên xwe û yên hevkariya bi wan re nakin, dihatin birîn.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandibû. Tê payîn ku heta tunekirina şaneyên DAIŞ'ê dê ev pêngav dewam bike.