Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye 2022-08-28 09:02:07   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Ekîm Polat ku bi îfadeya şahidê veşarî 24 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji bo "mafê tenduristiyê" di greva birçîbûnê de ye û dayika wî Songul Îlker jî li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îlker dixwaze daxwazên kurê wê bên qebûlkirin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û di van demên dawî de girtîgeh bi mirina girtiyên nexweş cardin di rojevê de ne. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 65 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji serê sala 2022’yan heta niha 22 jê nexweş 45 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.   ÇALAKIYÊN DÊ Û LAW   Girtiyên nexweş ên ku nayên dermankirin dest bi greva birçîbûnê dikin û malbatên wan jî li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê li dijî binpêkirinan çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Ji girtiyên ku li girtîgehê nayê dermankirin yek jê jî Ekîm Polat ê 24 salî ye. Polat ji ber ku nayê dermankirin 28 roj in li Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê di greva birçîbûnê de ye. Dêya wî Songul Îlker jî ji bo daxwazên kurê wê yên ji bo mafê tenduristiyê û daxwazên wî yên din bên qebûlkirin 12 roj in li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê çalakiya rûniştinê li dar dixe.    SENARYOYA GIRTINÊ   Polat dema di sala 2013'an de beşdarî berxwedana Geziyê bûye bombeyeke gazê li lingê wî ketiye û ji ber vê birîndar bûye û hatiye binçavkirin. Polat ku di binçavan de îşkence lê hatiye kirin, piştre hatiye berdan û salek bi şûn de beraet kiriye. Polat di 5'ê Îlona 2016'an de li Îkitelliya Stenbolê hatiye binçavkirin û nêzî 1 mehekê li midûriyeta polîsan hatiye girtin. Di roja 22'yan a binçavkirina wî de li Kuçukçekmeceya Stenbolê kamyonek hatiye şewitandin. Di binçavan de polîsekî ji Polat re gotiye: “Te ev tişt kiriye. Em ê vê bûyerê têxin stuyê te." Paşê şahidekî veşarî îfade daye ku kiryarekî vê bûyerê jî Polat e. Piştî vê Polat di 30'yê Îlona 2016'an de sewqî dadgehê hatiye kirin û hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Metrîsê.   24 SAL CEZA   Şahidê veşarî ku îfade li ser Polat dabû, paşê li dadgehê diyar kiribû ku îfadeya wî bi îşkenceyê hatiye girtin. Lê belê dîsa jî bi îdiaya “rêvebirê DHKP-C"yê 24 sal cezayê girtîgehê li Polat hatiye birîn. Polat ku nêzî 6 sal in girtî ye ji Girtîgeha Metrîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Sîlîvrî, Bandirma, Manîsa Akhîsar û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê hatiye kirin.   JI MALBATÊ RE NEGOTIN   Polat ku beriya bikeve girtîgehê tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûne û li Girtîgeha Sîlîvriyê bi vê nexweşiyê ketiye. Polat ku ji ber nexweşiya xwe li Sîlîvriyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, bi nexweşiya akromegalî (mirovê dêw) ketiye. Lê belê haya malbatê pê nehatiye xistin û bijîşkan ji rêvebiriya girtîgehê re gotine divê Polat ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê bimîne. Lê bi hinceta kêmbûna personelên eskerî Polat nehatiye dermankirin û ew cardin şandine girtîgehê. Piştî wextekê nexweşînên Polat zêde bûne. Ji ber nexweşîna akromegaliyê organên wî tim mezin dibin û ji ber vê zirar digihê laşê wî. Di mejiyê wî de ûr çêbûye. Eger emeliyat nebe xetereya mirinê heye. Her wiha çavên wî jî xera bûne, dilê wî, gurçikên wî û madeya wî jî nerihet in û şekir lê peyda bûye û bi KOAH'ê jî ketiye. Ji xeynî vê Polat du caran qeyrana dil derbas kiriye, lê dîsa jî mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin.    ALÎ RIZA YILDIRIMÊ ÎŞKENCEKAR    Dayika Polat Songul Îlker têkildarî astengkirina mafê dermankirinê yê kurê xwe û çalakiya xwe ya li ber girtîgehê axivî. Îlker anî ziman ku ji roja kurê wê hatiye Girtîgeha Denîzliyê heya niha ji aliyê midûrê yekem Alî Riza Yildirim ve rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye. Îlker diyar kir ku ji bo astengiyên li pêşiya dermankirina kurê wê bên rakirin çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne û kurê wê jî li dijî desteserkirina mafê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye û ev yek tenduristiya wî hîn bêtir ber bi xetereyê ve dibe.    'JI BO BIMIRIN ÇI JI DESTÊ WAN TÊ DIKIN'   Îlker bilêv kir ku ne pêkan e ku kurê wê di şert û mercên girtîgehê de bê dermankirin û wiha got: "Divê demildest wî rakin nexweşxaneyê û derman bikin. Girtîgeh û nexweşxane hevkariyê dikin. Kurê min diçe nexweşxaneyê lê nayê muayenekirin. Pêdiviya wî bi derziyê heye, lê rayedar dibêjin 'ev derzî li 81 bajaran tune ye.' Min lêkolîn kir, ev derzî heye. Ji bo ku nexweşiya wî pêş bikeve jî derziya şaş lêxistin. Ew şandin polîklînîkên şaş. Pêdiviyên wî yên kantînê nayên dayîn. Ev îşkence ye. Pêwîst e her kes vê rewşê bibîne û bibihîze. Mafê dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, ji bo mirina wan hewldanek mezin heye."   'NAXWAZIM KURÊ MIN BIMIRE'   Îlker bilêv kir ku wextê kurê wê pir nemaye û wiha berdewam kir: "Ez naxwazim kurê min bimire. Bila daxwazên kurê min rojek berî rojekê bên qebûlkirin. Êdî bila girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin. Tim cenaze ji hundir derdikevin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin jî hincetên wekî ''qeyrana dil, ketiye erdê, xwîn çûye ser mêjî' tên derpêşkirin. Yek ji vana jî ne hincet in û divê mirov vê yekê fêm bike. Girtî li hundir ji ber nasnameya xwe ya nijadî tên qetilkirin."   'ÊN BI VÊ NEXWEŞÎNÊ ZÊDE NAJÎN'   Îlker anî ziman ku kurê wê bi nexweşiya akromegaliyê ye û ev tişt gotin: "Piştî kurê min hat Girtîgeha Denîzliyê, ez hîn bûm ku bi vê nexweşiyê ketiye. Yên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde najîn. Piştî emeliyatê jî divê tim di kontrola bijîşk de bin. Ez dixwazim mafê dermankirinê yê kurê min pêk bê."   MA / Delal Akyuz