Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin 2022-08-28 14:51:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Lijneya Giştî ya Tevgera Azadiyê Suheyl Xurşîd Ezîz li pêşiya mala xwe rastî êrişekî çekdarî hat û hate qetilkirin.    Endamê Lijneya Giştî ya Tevgera Azadiyê Suheyl Xurşîd Ezîz li pêşiya mala xwe ya li navçeya Kîfrî ya Silêmaniyeyê ya Herêma Kurdistanê rastî êrişekî çekdarî hat. Li gor agahiya nûçeya Rojnews'ê hat destnîşankirin ku Ezîz ê wek "Mamoste Şemal" dihat naskirin di encama êrişê de jiyana xwe ji dest daye.