Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn 2022-08-28 20:10:34   AMED - Mele Sidik Trhalli yê ji aliyê endamên Hizbullahê ve hat qetilkirin, di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Endamên Hizbullahê Fuat Balci, Abdulkerîm Kaya û M. Faysal Bozkûş di 28'ê tebaxa 1992'yan de êrişî Mele Sidik Turhalli kirin û ew qetil kiribûn. Turhalli di salvegera 30'yemîn a qetilkirinê de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Malbata Turhalli û hezkiriyên wî beşdarî bîranînê bûn.   LI SER ŞOPA MEDRESEYAN    Mehmet Turhalli li ser gora bavê xwe axivî û destnîşan kir ku bavê wî di sala 1992'yan de bi awayek hovane ji aliyê Hîzbullahê ve hat qetilkirin. Turhalli da zanîn ku bavê wî kevneşopiya medreseyên Kurdistanê didomand û ew li ser şopa Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn bû.      Piştî bîranîna li goristanê li eywanek dawetê ya li navçeya Sûrê ji bo xêrata Mele Sidik Turhalli mewlûd hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Îmam Taşçier, rêveberên HDP, DPB, DÎAYDER, MEBYA-DER, MED TUHAF-FED, Komeleya Şêx Seîd û Komeleya Çewligiyan tev li mewlûdê bûn.    'ŞEHÎDÊ DOZA KURDISTANÊ YE'   Sînevziyona ku qala jiyana Turhalli dikir hat pêşandan. Pişt re jî parlamenter Îmam Taşçier axivî û destnîşan kir ku Mele Sidik şehîdê doza Kurdistanê ye û kujerên Mele Sidik diyar in.