Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin 2022-08-29 12:18:11   RIHA - Polîsan rojnamevanên ku malbata Şenyaşar a di ketina Edliyeya Rihayê de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne dişopînin dorpêç kirin û gef li wan xwarin. Li ser berteka malbatê polîs neçar man paş ve biçin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 539’emîn de berdewam dike. Dayik û kurên ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê bi rê ketin hatin pêş Edliyeya Rihayê.  Dayik û kurê wê li qada sih a di ketina avahiya edliyeyê de dest bi nobeta xwe kirin. Nobet girtina malbatê ya di ketina avahiya edliyeyê de bi hinceta “biryara Walîtiyê” hatibû qedexekirin lê bi biryardariya malbatê ji biryarê paş ve gav avêtibûn. Polîsan xwestin rojnamevanên ku çalakiya nobeta malbatê dişopînin asteng bikin. Polîsan îdia kirin ku kişandina dîmenan a li pêş avahiya edliyeyê qedexe ye û biryara walîtiyê ya “qedexeye ku li pêş avahiyên cemaweriyê çalakî bên kirin” weke hincet nîşan dan. Têvî astengkirinê jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) û nûçegihanên Rojnameya Yenî Yaşamê dîmen kişandin. Li ser vê yekê polîsan rojnamevan di GBT’ê re derbas kirin û bi “kirariyên qanûnî” gef li wan xwarin.    POLÎSAN PAŞ VE GAV AVÊTIN   Di vê navberê de gelek polîsên çevîk anîn pêş edliyeyê û malbat hate dorpêçkirin. Malbata ku di bin dorpêçê de nobeta xwe didomîne, bertek nîşanî polîsan dan. Dengê Emîne Şenyaşar ku ji bo ferdên malbatê yên hatibûn qetilkirin lorand, li avahiya edliyeyê deng veda. Şenyaşar, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dema malbata min dihate qetilkirin we ev bergirî girtibûna. Ji malbata min 3 di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn. Kûjer destê xwe dihejînin û digerin.” Li ser berteka malbatê polîsan dorpêç rakir.    Nobeta malbatê ya li pêş edliyeyê didome.