Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe 2022-08-29 14:03:43   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe û got: "Heta ku hemû astên Çolak jê re serokatî kiribûn, di berçavan re neyên derbaskirin ev darizandin nikare bidome."   Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.    Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir.    'EM DIZANIN KU ÇAWA GEFAN LI DOZGERAN DIXWIN'   Danîşîn bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demîrtaş berdewam kir. Demîrtaş, belgeyên ku li dosyayê hatine zêdekirin qebûl nekirin û got: "Bahtiyar Çolak ê ku ev îdianame qebûl kir û em darizand in, bi hincetên giran niha tê darizandin. Qeydên kasetên serokê heyeta ku em darizand in xeternak in. Ev darizandina me nikare bidome, ji ber ku di hemû qonaxên darizandinê de nirxandinên Bahtiyar Çolak hene. Ji ber ku em dizanin ku Bahtîyar referansê ji Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî girtiye. Em dizanin ku dozgerên ku talîmatên MHP'ê esas nagirin çawa tên tehdîtkirin. Devlet Bahçelî li vî welatî hevkarê rêveberiya esasî ye. Serokkomariya Erdogan sembolîk e. MHP ji bo girtina HDP'ê bi aşkerayî bang kir û ji bo em ceza bigirin bang li meclîsê kir. Doza Kobanê û girtina doza HDP'ê ji bo desthilatê mijareke girîng e. Bahtiyar Çolak got 'Di nav dewletê de dewletek hat avakirin'. Niha em nikarin vî tiştî piştguh bikin. Şandeya dadgehê dê weke lekeyeke reş derbasî dîroka Tirkiyeyê bibe. Em daxwaz dikin ku ji bo qusûrên heyî ji holê bê rakirin navberê bidin danîşînê."    'EM VÊ ŞANDEYÊ RED DIKIN'   Piştî Demîrtaş parêzer Cîhan Aydin axivî û got: "Em daxwaz dikin heyeta dadgehê dev ji dosyayê berde. Selahattîn Demîrtaş ji hêla Devlet Bahçelî û Suleyman Soylû ve hedef hat girtin. Bi sala ne desthilat di nava darazê de li hember muxalîfan bûye xetereyeke mezin. Ji ber ku Bahtiyar Çolak bi hinceta endamtiya rêxistineke sûc tê darizandin, gelo di vê rewşê de şandeya dadgehê çawa dê bêalî be. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destura Bingehîn (AYM), girîngiyê dide bêalîbûna helwesta dadgehê, lê belê êdî daraza Tirkiyeyê ne bêaliye. Hincetên redkirina me ya şandeya dadgehê di cih de ye. Di şert û mercên wisa de divê şandeya dadgehê vê dozê neşopîne. Heke şandeya dadgehê venekişe, em ê vê şandeyê red bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku Bahtiyar Çolak di vê dozê de wek şahîd bê guhdarkirin."