Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin 2022-08-29 14:38:02   ŞIRNEX - Rêya gundê Hesena ya girêdayî navçeya Silopiyayê, piştî birîna daran û avakirina kuleyên leşkeri hate asfaltkirin.    Li gundê Hesena yê li quntara Çiyayê Cûdî ku girêdayî navçeya Silopiya Şirnexê ye ji meha tîrmehê vir ve gelek dar hatin birîn. Piştî birîna daran leşker û cerdevanan kule avakirin. Piştî avakirina kuleyan temam bû, rêya gund a bi salan e xerabe ye, hate asfaltkirin. Balkêş e ku Miduriyeta Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Navçeya Şirnexê, rêya gund a ji 10 kîlometreyan pêk dihat di demekî kurt de temam kir.    GUNDÊ SURYANAN   Gundê Hesena ku suryan lê dijîn di salên 1990’î de bi hinceta “ewlehiyê” hatin valakirin û heta serê salên 2000’î jî qedexe bûn. Suryanan li ser valakirina gund koçî bajarên Ewropayê kiribûn. Piştî qedexeya li ser gund rabû, suryan paş ve zivirîn û dest bi avakirina gundê xwe kiribûn.