Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin 2022-08-29 15:39:05   AGIRÎ - Rêxistina HDP’a Bazîdê, li kolanan geriya û li dijî tiryakê banga têkoşînê û hestiyariyê kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê têkildarî bikaranîna tiryak a li bajêr û herêmê zêdebûyî de li kolanan geriya û banga têkoşînê û hestiyariyê kir. Şandeya HDP’ê ya li kolanan geriya têkildarî têkoşîna bi tiryakê re belavok belavkirin û gel agahdar kir. Di meşê de her tim dirûşmeyên “Em ji tiryakê re dibêjin na” hatin berzkirin.